ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin 2018-01-05 12:35:09 STENBOL - ÎSÎG'ê di Rapora Cînayetên Kar a sala 2017'an de aşkera kir ku herî kêm 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Li gorî raporê di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), Rapora Cînayetên Kar a 2017'an aşkera kir. ÎSÎG'ê di rapora  "Rejîma OHAL/KHK'ê cînayet e..." de got di sala 2017'an de herî kêm 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe ji dest daye û bal  kişand  ser mirinên di dema AKP'ê de. ÎSÎG'ê  destnîşan kir ku di vê serdemê de 20 hezar û 500 karkeran jiyana xwe ji dest daye û  got: "Rejîma OHAL/KHK'an şertên bê ewlehî û bê quralî zêde kir. Encam li holê ye! Di sala 2017'an de 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe ji dest da..."   Di raporê de şert û mercên karkerên ku jiyana xwe ji dest dane, sedemên mirinên wan, temenê karkeran û bajarên lê jiyana xwe ji dest dane jî cih digire.   * 116 karkerên jin û hezar û 890 karkerên mêr...   * 18 kes temenê wan di bin 15 salî de, bi giştî 60 zarokên karker…   * Zêdehiya wan penaberên ji Sûriyeyê bi giştî 88 karkerên penaber…   * 230 karker li Stenbolê, 93 karker li Îzmîrê, 88 karker li Bursaayê, 79 karker li Antalyayê, 72 karker li Konyayayê, 71 karker li Kocaeliyê, 67 karker li Enqereyê, 65 karker li Manîsayê, 62 karker li Edeneyê û 52 karker li Denîzliyê jiyana xwe ji dest dan…   * 453 karkerên înşaetê, 385 karkerên çandiniyê, 272 karkerên barkêşiyê, 154 karkerê bazirganî/buro, 116 karkerên metalê, 93 karkerên madenê, 89 karkerên şaredariyê û 65 karkerên di karên enerjiyê de dixebitin…   * Sedema mirina 446 kesan ji ber qezayên serwîs û trafîkê, 347 kes ji ber hezaz û pelixandinê, 317 di cihên bilind ketin, 183 kes krîza dil û xwîn herikî ser mêjiyê wan, 164 ji ber şidetê û 135 karker bi ceryanê ve zeliqîn...