Li Colemêrgê 31 herêm qedexe kirin 2018-01-05 12:14:51 COLEMÊRG - Waliyê Colemêrgê 31 herêmên bajêr di navbera 9 û 23'yê Çileyê de wekî "Herêma ewlehiya taybet" qedexe kir.   Bi fermana Waliyê Colemêrgê 31 herênên navend û navçeyên Colemêrgê wekî "Herêma ewlehiya taybet" ji çûyîn û hatina welatiyan re qedexe kir.    Daxuyaniya ku Waliyê Colemêrgê daye wiha ye: "Li gorî madeya 32/A ya Qanûna Herêmên Ewlehî û Herênên Qedexeya Leşkerî a hejmara 2565'an; 31 herêmên di navbera navenda bajarê me, navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê de ji 09'ê Çileya 2018'an heta 23'yê Çileya 2018'an wekî 'herêma ewlehiya taybet' hatiye îlankirin. Bila welatiyê me bê destûr neçin van herêman."