Malbata Ocalan serlêdana hevdîtinê kir 2018-01-05 11:40:57 STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din bi boneya hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.  Xwişka û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê dimîne, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi riya parêzeran ji bo hevdîtina roja duşemê serî li Serozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Malbatên 3 girtiyên din ku li Girtîgeha Îmraliyê dimînin jî serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi riya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.