Ji ber parvekirinên medya civakî gelek kes hatin binçavkirin 2018-01-05 11:33:11 HATAY / EDENE - Bi hinceta parvekirinên medya civakî li Hatayê gelek kes hatin binçavkirin. Li Edeneyê jî du kes têkildarî êrîşa bombeya deng a li dijî qereqolê pêk hat, hatin girtin.    Li navçeyên Dortyol û Payas ên Hatayê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girtin û bi îdîaya di parvekirinên medya civakê de “ Propagandeya rêxistinê kirin” gelek kes binçav kirin. Kesên hatin binçavekirin birin Midûryeta Polîsan a Navçeya Dortyolê. Hat diyar kirin ku ji kesên hatin binçavkirin yek jê Esma Duman û Leyla Çelîk in.     Di heman demê de bi îdîaya di 28’ê Kanûna 2017’an de bombeya deng avêtine Qereqola Polîsan a Hurriyetê ya li Edeneyê Emre K., Muhammet N. û Veysî B. ku hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsîna wan a li Midûryeta Polîsan di 04'ê Çile de bi şev derxistin edliyê.     Piştî dozger îfadeya wan girt, bi sûcdariya “Endamê rêxistinê” û “Madeya teqemeniyê li gel xwe girtin û bi kar anîn” bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha lêpirsînê kirin. Emre K. û Muhammet N. hatin girtin û Veysî B. jî bi şertê “Kontrola edlî” hat berdan.     Têkildarî bûyerê berê jî zarokê binavê H.K. hatibû girtin.