Xebatên rê qet li Sûrê naqedin, gel bêzar bû 2018-01-05 10:01:38 AMED - 5 meh e li Kolana Melîk Ahmetê ya Sûrê xebatên çêkirina rê dewam dike, ev çûyîn û hatina welatiyan de pirsgirêkan derdixe, bi barana zêde re her der bû herî welatî û esnaf bê zar bûn. Li navçeya Sûrê ya Amedê li ser Kolana Melîk Ahmetê 5 meh e xebatên rê, ceryan û gaza xwezayî dewam dikin, ji ber van xebatan di çûyîn û hatinê de gelek pirsgirêk derdikevin pêşberî welatiyên herêmê. Taxa Melîk Ahmet yek jî taxên herî qelebalix ên Sûrê ye, her roj ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran mirov serî li sûkê didin, li ji ber ku xebatên li kolanê û heriya ji ber baranê derketiye holê, esnaf û welatî gelek tengasiyan dikişînin.   Kolana ku hêj xebat lê dewam dikin, gelek çal û logar vekirî mane û hat gotin ku zarokek 12 salî ketiye logarê û ew rakirine nexweşxaneyê. Ji ber xebatan maşîne jî di wê kolanê re derbas nabin û welatiyan nerazîbûn da nîşandan.    ‘REWŞA RÊYAN XIRAB E’    Welatiyê bi navê Hecî li ser kolanê qesabiyê dike, da zanîn ku demek dirêj e xebatên rê dewam dike û gelekî dirêj ajotiye, ji ber vê kirîn û firotina wan ketiye. Hecî aşkera kir ku bi hatina zivistanê re pirsgirêkên li taxê zêdetir bûne û wiha axivî: "Xebat tune, tiştek tune. Welatî mexdûr bûne. Rewşa rêyan gelek xirab e, dema baran dibare, her der dibe herî. Ji ber xebatên rê devê logarên kanalîzasyonê vekirî dihêlin û tu tevdîra wan nayê girtin. Berî çend rojan zarokek 12 salî ket logarê. Ew rakirin nexweşxaneyê. Ji ber xebatan rê girtî ye. Maşîne bi rêk û pêk nikarin biçin û bên. Li vir şewatek derkeve dê kê mudaxale bike, ji ber ku ekîbên agirkujê nikarin bikevin taxê."   ‘EM BI ZORÊ DIÇIN Û TÊN’    Naîme Tatar (53) ji bo danûnstandinê hatiye sûkê, pirsa "Tiştên li Sûrê diqewimin kê difikire?" kir û bertek nîşanî pirsgirêkên li navçeyê da. Tatar destnîşan kir ku ji ber rê herî ne, zarokên wan di çûyîna dibistanê de zehmetiyan dikişîne û wiha axivî: "Ka li rewşa vir mêze bikin. Em bi vî temenê xwe zehmet diçin û tên, dê zarok çawa biçin. Em bi derfetên xwe her roj paqij dikin; lê ev têrê nake. Dema baran dibare kolan di nav heriyê de dimîne."   'WIHA BIÇE DÊ 5 SALAN DEWAM BIKE'   Şêniyê taxê Muhsîn Ozkan (55) da zanîn ku ji ber xebatên rê û gaza xwezayî, çalên ku vekirine ser wan nehatiye girtin, ruxmê rayedar di vî warî de hişyar kirine jî tevdîr nehatine girtin. Ozkan diyar kir ku xebatê hincet didin nîşa, ji ber wê sergo jî li ser kolanê nayê komkirin û wiha pê de çû: "Bi mehan e rêyên me girtî ne. Ne ekîbên agirkujiyê û ne jî ambulans di vê kolanê re nikare derbas be. Di xebatên peyarê de tenê 4 kes dixebitin. Wiha biçe dê xebata vir di 5 salan de biqede."   ‘LI SER ÇALAN BIGIRIN’    Ozkan aşkera kir ku wî bi endezyarên rê çê dikirin re axivî ye û di vê der barê de ev agahî dan: "Endezyar dibêjin 'em dixebitin' lê tiştek tune. Heke xebatkaran nabînin, li Sûrê bi dehan kes bê kar in. Ez bang li rayedaran dikim; bila bên sergo bigirin. Li ser çalan bigirin. 2 sal e gel vê eziyetê dikişîne, êdî bes e."