26 mehin cenaze nadin: Ji hestiyên me jî ditirsin 2018-01-05 09:51:01 MÊRDÎN - Cenazeyê Abdurrahman Akçîn ê HPG’î ligel ku 28 mehin hatiye teşhîskirin jî, nadin malbatê. Dayîka Akçîn, Ayşe Akçîn got “Ji ber ku ji hestiyên me jî ditirsin vê yekê dikin” û bertekên xwe anîn ziman.  Cenazeyê Abdurrahman Akçîn ê HPG’î ku di encama topbarana li çoltera navçeya Pulura Dêrsîmê, di 16’ê Îlona 2015’an jiyana xwe ji dest da, ligel ku nêzî 2 sal û 4 mehin hatiye teşhîskirin jî, nadin malbatê. Cenazeyê Akçîn piştî 24 roj şûn de ji aliyê malbat û welatiyên gundên derdor ve hat dîtin û cenaze ji bo otopsiyê destpêkê şandin Saziya Tîpa Edlî ya Xerpetê. Malbata Akçîn piştî rayedaran ji wan re gotin “Gava lêpirsîn bi dawî bû dê cenaze bibin” vegeriyan navçeya Nisêbîna Mêrdînê.     GOTIN ‘DÊ CENAZEYÊ WE BIDIN’ LÊ NEDAN   Piştî demek dirêj Midûryeta Polîsan a Navçeya Nisêbînê li malbata Akçîn geriya û ji bo testa DNA’yê mînaka xwîn ji wan xwest. Malbat ligel vê yekê cenazeyê xwe negirtin. Midûryeta Polîsan a Dêrsimê piştî bi mehan cardin li malbatê geriya û mînaka xwîn ji malbatê xwest. Malbata Akçîn ligel ku bi dehan car ji wan re tê gotin “Dê cenaze bidin”, lê cenazeyê wan nadin. Malbata Akçîn fikara wan a herî mezin ew e ku hestiyên kurê wan bê windakirin.    DAYÎK AKÇÎN: EM LI BENDA AGAHIYÊ NE   Dayîk Ayşe Akçîn, diyar kir ku ligel hemû hewldanan nekarîn cenazeyê xwe bigirin û wiha axivî: “Bê mafî li me tê kirin. Ji ber ku min cenazeyê kurê xwe negirt, ez gelek caran nexweş ketim û çûm nexweşxanê. Ger me bi xwe cenazeyê xwe nedîta, evqas dinava bendewariyê de nedimam. Hîna jî li bendême ku agahiyê were.”    ‘EV REWŞ LI KU DERÊ HATIYE DÎTIN?’   Dayîk Akçîn, bal kişand ser 267 cenazeyên di rojên borî de yên ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê hatin derxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zarokên me di qadên bodruman de dikujin. Li ser cenazeyên me xaniyan ava dikin. Gorên zarokên me xera dikin û cenazeyên me ji gorên wan derdixin. Gelo ev rewş li ku derê hatiye dîtin? Ji hestiyên me ditirsin. Ji ber vê wisan dikin. Ne tenê yê min dixwazim hemû cenazeyan bidin malbatan.”