Akademîsyen Ozyetîş: Xemeke min a veşartina nasnameya zayendiyî tune ye 2018-01-05 09:11:39 MÊRDÎN - Akademîsyenê hevezayend Emre Ozyetîş ku ji ber nasnameya xwe ya hevezayendiyî bi gef û heqaretên rektorê Zanîngeha Artûklûyê re rû bi rû ma got ku rojevkirin an jî veşartina nasnasmeya wî ji bo wî ne xem e û ev tişt got: “Dibe ku ez jin jî bim, lê ev min naxe rewşa sûcdariyê an jî min ji peywirdariya cemaweriyê bêpar nake."  Hîndekarê Fakulteya Avahîsaziyê ya Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê Emre Ozyetîş, bi gef û heqaretên zayendîparêz ên Rektorê Zanîngeha Artûklû ya Mêrdîn Ahmet Agirakça rû bi rû mabû. Rektor gazî Ozyetîş kiribû û ji ber nasnameya wî yê zayendiyî bi gotinên zayendîparêz ên “Tu dixwazî keç” jê re kiribûn. Akademîsyen Ozyetîş li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê giliyê rektor kiribû û pişt re jî bi biryara rektor wî ji Fakulteya Avahîsaziyê şandin Dibistana Bilind ya Perwerdehiyê ya Beden û Sporê û der barê wî de lêpirsîna edlî û îdarî hatibû destpêkirin.   Akademîsyenê ji ber parastina nasnameya xwe ya hevzayendiyî bi gef û heqaretan re rû bi rû ma ji Ajansa Mezopotamya re axivî.    Ozyetîş anî ziman ku heya nasnameyên cuda ji kesî re nebe gef nayê wateya sûcdariyê û wiha axivî: “Min li zanîngehê nasnameya xwe beyan nekiriye. Ez bi nasnameya xwe ya akademîk têm nasîn. Min tu carî ne xwest nasnameya xwe ya hevzayendiyî derxim pêş, di heman demê tirsa min ya weşartinê jî tune ye. Ev ne rojeva min e. Dibe ku nasnameya min bandorê li fikrên min bike lê ez nikarim bikim mijara dersxaneyê.”   ‘DIBE KU EZ JIN BIM, EV NE SÛC E’   Ozyetîş destnîşan kir ku di dersa Destpêka Avahîsaziyê de li ser nîqaşkirina kêmbûna avahîsazên jin ev mijar bûye rojev û ev tişt gotin: “Hebûna mêr ya di saziyên fermî de hat nîqaşkirin û ev mijar dest pê kir. Min pirsa fikrên şagirtên jin kir û hevalek jin got ‘Tû jî mêr î û herî zêde tu diaxivî’. Min jî got zayendî ji zikmakiyê nayê, min ne gotiye ez mêr im. Ji ber îmtiyazên mêrtiyê bi kar tînim ji ber vê yeke ez nikarim bêjim ez jin im jî. Ev li ser nîqaşkirina zayendiya civakî bû. Ez nasnameya xwe ya hevzayendiyî venaşêrim û naynim rojevê jî. Acizbûna hinekan jî ne gotina min e, parastina nasnameya min a hevzayendiyê ye. Dibe ku ez jin jî bim, lê ev min naxe rewşa sûcdariyê an jî min ji peywirdariya cemaweriyê bêpar nake. Hebûna min ji kesî re ne bûye gef. Min heqaret li kesî nekiriye.”   ‘LI HEMBERÎ VEGOTINÊN NEFRETÎ TÊKOŞÎN PÊKAN E'    Ozyetîş bal kişand li ser hincetên rektor yên nîşandana filman û got ku filmên hatiye nişandan ne li dijî ehlaqê ye û wiha berdewam kir: “Li derdorê berbelavkirina nasnameya min a zayendiyî der ehlaqî ye. Vegotina nefretî wisa tê afirandin, ji hebûna me re gef e. Ev ne yekem e, nêzîkbûna neyînî ya li hemberî jinan li holê ye. Ji bilî jinbûn an jî mêrbûnê, li hemberî jiholêrakirina hebûna me vegotina nefretê ava dikin. Li hemberî vê yekê tekoşîn ji mimkun e.”   ‘DIVE PIŞTGIRÎ BÊ MEZIN KIRIN’   Ozyetîş diyar kir ku ew her tim xwe di bin gefan de hîs dike û axaftina xwe wiha domand: “Divê li hemberî vegotina nefretê piştgirî bê mezinkirin. Ez dizanim vegotina nefretî dê berdewam bike. Nasnameyên cuda û yên ne li gor daxwaza serdestan dê her tim hedef bin. Li ser vê bûyerê dibe ku here asta herî xirab. Divê mirov li hemberî nefretê xwe biparêze û bi hêz be. Divê mirov parastina nirxan bîne bîra hev.”