Kesê bi kincê yek tîpî wêneyê wî hat kişandin: Îşkenceyê tîne bîra min 2018-01-05 09:07:25 ÎZMÎR- Alî Yildirimê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kincên yek tîpî li wî û kekê wî hatin kirin û wêneyên wan hatin kişandin, diyar kir ku her ku ew wî wêneyî dibîne îşkence tê bîra wî û fedîkariya wî zêde dibe.  Nîqaşên der barê sepandina kincên yek tîpî ku bi Biryaranameya Di Hikmên Qanûnê De (KHK) a Jimare 696’an ket meriyetê de didomin. Bi vê sepandina ku piştî 12’ê Îlonê hatibû sepandin, rûmeta gelek girtiyan hatibû rencîdekirin. Yek ji van girtiyan jî Alî Yilidrim (76) û kekên wî Zubeyîr û Îsmaîl Yildirim bûn, ku li Girtîgeha Tîpa E ya Îzmîrê kincên yek tîpî li wan hat kirin. Her sê bira dema hatin binçavkirin 70 rojan hatin îşkencekirin û piştî îşkenceyê wan şilfî tazî biribûn girtîgehê û li wir kincên yek tîpî li wan hatibû kirin. Dema kincên yek tîpî li wan hat kirin û wêneyê Alî û Îsmaîl Yildirim hatibûn kişandin.    ‘HEKE ZANABÛMA MIN Ê LI XWE NEKIRINA’    Alî Yilidirim, diyar kir ku her ku ew wî wêneyî dibîne îşkence tê bîra wî û fedîkariya wî zêde dibe. Yildirim got ku ew li Qosera Mêrdînê hatine binçavkirin û kêliyekê jî îşkenceya li wan dihat kirin nesekiniye û bi sepandina kincên yek tîpî re îşkence veguheriye rewşeke berdewamiyî. Yildirim ku got “Bi wan kincan em ji mirovbûyînê derketibûn” destnîşan kir ku wê demê kincên yek tîpî asta herî jor a binpêkirina rûmetê bû. Yildirim destnîşan kir ku ji ber ne zanabûne kinc li xwe kirine û wiha got: “Heke em mirovên zana bûnan min ê li xwe nekirina û li ber xwe bidana.” Yildirim diyar kir ku hîn jî ew ji ber wan kincan fedî dike. Yildirim got ku li dijî vê sepandinê ew ê li derve piştevaniya girtiyên siyasî bike.    Yildirim bi lêv kir ku, kekê wî Îsmaîl ji bo kincên yek tîpî tim jê re digot “Xwezî em di îşkenceyan de bimiranan”. Yildirim kincên yek tîpî wek “bêrûmetiyê” nirxand û wiha got: “Wê demê Kenan Evren bû, niha Recep Tayyip Erdogan e. Tu ferqa wan ji hev tune ye.”