Fatîhê piçûk ji ber sersariyê jiyana xwe ji dest da? 2018-01-04 16:06:08   AMED - Zarokê malbata Çîmen ê fasolî pekiya qirika wî û rakirin nexweşxaneyê, gotin ku "Tiştekî wî tune" û zarok bi malbatê re şandin malê. Lê zarokê piçûk rojekî şûn de jiyana xwe ji dest da û di rapora otopsiyê de di qirika zarokê piçûk de fasolî derket.   Malbata Çîmen a li gundê Keldîzkê ya Çinara Amedê dijî, berî 3 rojan dema li malê xwarin dixwarin, zarokê wanê 2 salî Fatîh Çîmen fasolî pekiya qirika wî. Piştî kuxika zarokê piçûk neqediya malbatê mudaxale kir û kurê xwe rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Zarokan a Amedê. Piştî muaneya bijîşkan, îdia kirin ku di qirika zarokê piçûk de tiştek tune.    DI RAPORA OTOPSIYÊ DE DERKET   Malbatê vê carê Fatîh bir Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê û li wir muayene kirin. Li vir jî gotin ku tiştek tune, malbatê zarok bir gund. Piştî Fatîh duh jî aciz bû, malbatê ambulans xwest. Fatîh bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê, lê zarokê piçûk li vir jiyana xwe ji dest da. Cenzeyê zarokê piçûk rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî. Di girteka Pisporên Tiba Edlî de tê gotin ku amûrekî biyanî ketiye qirika wî û nehiştiye ku bêhnê bigire û Fatîh ji ber wê jiyana xwe ji dest daye. Piştre derket holê ku tişta ku pekiyaye qirika zarokê piçûk, fasolî ye.   Malbatê di mirina zarokê xwe de kêmasiyên her du nexweşxaneyan dît û serlêdana sûc kir.