'Bila mewzûeta der barê jiyana girtiyan de bê sererastkirin' 2018-01-04 15:32:45 ERDEXAN - Hevseroka HDP'a Erdexanê Feyzanur Demîr, bal kişand ser pêkanîna cilên yek tîp û aşkera kir ku dê ev pêkanîn di civakê de taxrîbatek mezin veke, xwest mewzûeta der barê jiyana girtiyan de bê sererastkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erdexanê, bi daxuyaniyekê pêkanîna cilên yek reng a bi Biryara Di Hukmê Qanûnê (KHK) ya bi hemjara 696'an anîn rojevê, şermezar kir. Daxuyaniya li avahiya HDP'ê ya Erdexanê hat dayîn de, Hevseroka HDP'ê ya Erdexanê Feyzanur Demîr, diyar kir ku desthilatdarî ji bo emrê xwe dirêj bike, hemû derfetan bi KHK'an bi dest dixe.   Demîr aşkera kir ku hikumet ji bo hemû beşên demokrasiyê û nirxên gerdûnî binpê bike, di nava hewldanan de ye û wiha got: "Heta duh pêkanînên Guantanamoya Amerîkayê şermezar dikirin û bertek didan nîşan, îro heman pêkanînên derveyê mirovahiyê bi KHK'an dixwazin pêk bînin. Bi KHK'a dawî re dixwazin cilên yek tîp li girtiyan bikin, ev li dijî hiqûqa gerdûnê ye û rûmeta mirovahiyê dişkîne. Ev pêkanîna li tevahiya cîhanê bi bertekan re rû bi rû maye û dê neyê qebûlkirin."   Demîr destnîşan kir ku dê ev pêkanîn di civakê de texrîbatên mezin veke, pêkanînên bi rêya KHK'an li ser civakê pêk tên şermezar kir û xwest mewzûeta der barê jiyana girtiyan de bê guhertin.