4 çalakgerên Kolana Yukselê binçavkirin 2018-01-04 14:17:12 ENQERE - Polîsan mudaxileyê çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin a Kolana Yukselê kirin û bi lêdanê 4 kes binçavkirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 302’an de didome. Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê jî di roja 422’an de berdewam kir. Çalakvanên xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyanî bidin, li Kolana Konurê kom bûn. Polîsên kolan dorpêç kiribûn, destûr nedan çalakvan derbas bibin.  Çalakvanên li ber mertalên polîsan pankar vekirin û dirûşmên “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” berz kirin. Polîsan pankart çawan hat vekirin çirandin, çalakvan bi erdê re kaş kirin û bi lêdanê 4 çalakvan binçav kirin. Çalakvanan di wesayîta polîsan de jî dirûşme berz kirin.