Li 11 bajar û 49 navçeyan 289 caran kolan qedexe kirin 2018-01-04 14:00:45 STENBOL - Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) rapora  qedexeya derketina kolanan aşkere kir û diyar kir ku ji 16'ê Tebaxa 2015'an heta  1'ê Çileya 2018'an li 11 bajar 49 navçeyan herî kêm 289 caran kolan hatine qedexekirin.  Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyona Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV), ji 16'ê Tebaxa 2015'an heta  1'ê Çileya 2018'an li 11 bajar 49 navçeyan herî kêm 289 caran kolan hatine qedexekirin.    TÎVH'ê li ser nexşeya Tirkiye yek bi yek bajar nîşan dan û kijan bajar çend çaran û çend rojan qedexe hatiye îlankirin nîşan da. Li gorî lêkolîn û daneyên TÎHV'ê bajar bi bajar qedexeya derketina kolanan wiha ye: Amed (159 car) Mêrdîn (48 car), Colemêrg (23 car), Şirnex (13 car), Bedlis (14 car), MÛŞ (7 car), Çewlîk (7 car), Dersım (6 car), Êlih (6 car), Xerpêt (2 car) û Sêrt (4 car).   Ji bilî van yekan ji 11'ê Tebaxa 2017'an û virde li Navçeya Şemzinanê ya Colemêrgê û navçeyên Hîzan, Norşîn, Motkî û Tetwanê û gundên girêdayî navçeyên navendê j saetên hati ndiyarkirin û heta çend saetan herî kêm 13 caran qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin.