Parêzerên Ocalan 719’mîn car daxwaza hevdîtinê kirin 2018-01-04 13:38:08 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bike cara 719'emîn serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.  Parêzerên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Cengîz Yureklî û Raziye Turgut, ji bo muwekilê xwe re sibê hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha 719'an serî li serdozgeriyê dan û daxwaza hevditinê kirin.    Ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 718 serlêdanên parêzeran bi hinceta “muxalefeta hewayê heye" “koster xerabe ye" û “koster di tamîrê de ye" û herî dawî bi hinceta “OHAL” heye destûr nadin parêzer biçin Îmraliyê.