Ji sedî 15 zem li çalakiya Kolana Yukselê zêde kirin 2018-01-04 12:49:29 ENQERE - Çalakvanên Kolana Yukselê, her roj ji ber çalakiyê rastî 227 TL cezayê pareyan dihatin. Lê îro ji sedî 15 zem li cezayên wan kirin û cezayên wan zêde kirin. Velî Saçilik ku her dem beşdarî çalakiyê dibe, kenê xwe kir û got: “Ji karmendan re ji sedî 4 û ji bo me re jî ji sedî 15 zem anîn. Ev diziye.”       Zemên ji bo xurek, benzîn, ceyran û veguhastinê hatin zêdekirin vê carê bandora xwe li çalakiyên kolanan kir. Ji bo çalakvanên “Em karê xwe paşve dixwazin” ên 422 rojin li Kolana Yukselê çalakiyê lidardixin, her roj bi îdîaya “Dijberiya Qanûna  Biqebehet kirin” 227 TL cezayê pare dihat birîn û li vî pareyî zem hat zêdekirin. Bi sala nû re ji sedî 15 zema hat kirin cezayê pare derxistin 259 TL’an.    Yek ji navên sembola çalakiyê Velî Saçikik, derbarê mijarê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) yê re axivî û wiha got: “Dewlet 422 rojin hem pareyê me ji me digire û hem jî li me dixe. Niha jî ji ber sersalê, ji bo me ji sedî 15 zem anî. Ji bo karmenda ji sedî 4 û ji bo me jî ji sedî 15 zem anî. Pareyê ku heya niha ji me digirtin 227 TL bû û niha ev derket 259 TL’an. Bi giştî 32 TL li cazayê me zêde kirin. Bi awayekê vekirî ev diziye. Dadgeha Qanûna Bingehî dibêje ‘hûn dikarin li her derê çalakî lidarbixin.’ Herî dawî dê wisan li me bibin ku em ê neçar bimînin pirtûka Qanûna Bingehîn bavêjin ser û rûyê polîsan.”