'Yek hestûyê aydê cenazeyan jî nehiştine' 2018-01-04 11:37:17 BEDLÎS - Seroke Şaxa ÎHD'ê yê Tetwanê Osman Fatîh Şanli yê di heyeta ÎHD'ê de cih digirt û li Goristana Xerzanê lêkolîn pêk anî, ev tişt got: "Bawerim bi maşîneyên kar rûxandine. Tenê yek hestûyê aydê cenazeyan jî nehiştine." Heyetek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Bedlîsê çû Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor û lêkolîn pêk anîn. Hêzên dewletê ji goristanê 267 cenaze revandibû û şandibû Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Serokê Şaxa ÎHD'ê Osman Fatîh Şanli jî di heyetê de cih girt, der barê êrîşa li ser goristanê de çavdêriyên xwe parve kir û aşkera kir ku tenê yek hestû jî li goristanê nehiştine. Endama Lijneya Rêveberiya ÎHD'a Bedlîsê Çîmen Zîlan Kaplan jî xwest malbat serî li wan bidin, Wekîlê HDP'ê yê bajêr Celadet Gaydali jî ev tişt got: "Hovîtiyeke wiha berî Îslamê jî nehatiye dîtin."   ‘MA HEMÛ GORÊN LI WELAT BI DESTÛR IN?’   Mahmut Celadet Gaydali yê HDP'î der barê îdiayên "Goristan bê destûr hatiye çêkirin" de axivî û ev tişt anî ziman: "Wekî ku hemû goristanên li vî welatî bi destûrê tên çêkirin û dixwazin hewake wiha biafirînin. Gelek avahiyên bê destûr tên çêkirin. Kes ji van re tiştekî nabêje. Diçin bi kesên di binê axê re mijûl dibin, çiye 'ev li dijî îmarê ye'. Ev hemû li dijî hiş û mêjî ye. Em vê bi tu awayî qebûl nakin."   GAYDALI: BERÎ ÎSLAMÊ JÎ TIŞTEK WIHA TUNE BÛ   Gaydali derxistina cenazeyan a ji gorî wekî "ji mirovahiyê derketin" pênase kir û wiha got: "Kesên xwe wekî îslamî didin nîşan û wekî ku roleke îslamî dileyzin divê bizanibin ku tişta hatiye kirin ne di îslamê de û ne jî berî mirovahiyê hebûye. Kesê mirî êdî di hizûra Xwedê de ye. Derxistina miriyan û îşkence li wan kirin, di tu wijdanê de tune. Yanî ez dibêm berî Îslamê jî hovîtiyeke wiha tune. Nivîsa malbateke ku gora zarokên wan li Xerzanê ye ket destê min. Malbatê cenazeyê keça xwe li Rihayê wergirtiye û bi testa DNA'yê defin kirine. Lê ruxmê vê jî cenaze derxistine, îşkenceyê dikin." Gaydali aşkera kir ku wekî berê bi vir û derewan tişta ku kirine dixwazin li ser binuxumînin.   ‘HAYA DEWLETÊ JI AVAKIRINA GORISTANÊ HEBÛ’    Serokê Saxa ÎHD'a Tetwanê Osman Fatîh Şanlî, di roja destpêkê de rewşa goristanê dişopîne, da zanîn ku divê careke din travmayê li ser malbatan ferz nekin û ev tişt got: "Dema goristan dihat çêkirin haya dewletê jê hebû. Ew herêm wekî goristan sererastkirin û çûyîn hatina malbatan ji bo wan manewyateke gelekî mezin bû."   ‘BERÊ JÎ XWESTIN XIRAB BIKIN'   Şanli destnîşan kir ku piştî pêvajoya çareseriyê xirab bûye, êrîşên li dijî goristanan zêde bûne û wiha pê de çû: "Mixabin bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan û hêj ev rewş dewam dike. Bi qedandina pêvajoyê re gorên wekî ya Xerzanê çêbûn. Demên borî dewlet li hemberî goristanan hêj dilnizm bûn, lê piştî şer dest pê kir, gotin ku dê destûrê nedin goristanan. Dem bi dem ew goristan bi êrîşên hewayî û bi bombeyan texrîb kirin." Şanli diyar kir ku destûr ji malbatan nehatiye girtin û wiha axivî: "Destpêkê agahiyên ku hatin gotin ku gor vekirine û hestûyên têde şewitandine. Me ev piştrast nekir. Piştre me bihîst ku cenaze hemû hatine derxistin û şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê." Şanli da zanîn ku ew difikire ku gor bi maşîneyên kar vekirine, goristan bi tevahî rûxandine û tenê yek hestûyê aydê cenazeyan jî li herêmê nehiştine. Şanli derbirî ku wêneyên li qada goristanê kişandine û ji cihên eleqedar re wekî raporekî şandine.   PARÊZER: EM AGAHIYAN NAGIRIN   Endama Lijneya Rêveberiya ÎHD'a Bedlîsê Prz. Çîdem Zîlan Kaplan, anî ziman ku di çarçoveya serlêdanên malbatan de wan serlêdana sûc kiriye û ev agaghî dan: "Heta niha malbata Fedekar Turan serî li ÎHD'ê û dozgeriyê daye. Ji ber ku biryara 'veşarî' li ser dosyayê ye em agahiyan nagirin. Divê malbat serî li saziya me bidin."   MA / Nîmet Olmez