Tenduristiya girtiyên jin ên di greva birçîbûn de xerabe 2018-01-04 11:27:09 AMED - Rewşa tenduristiya girtiyên jin ên 56 rojin li dijî bêmafiyên li Girtîgha Tîpa T a Xerpêtê di greva birçîbûnê de, xerabe. Jinan ji girtîgehê name şadin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.   Girtî û hikûmxarên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Xerpetê, li dijî bêmafiyên zêde û îşkenceyên heyî, di 10’ê Mijdara 2017’an de dest bi greva bêdem û bêdurveger kiribûn û 56 rojin çalakiya wan didome. Ligel daxwazên malbat û parêzeran, gelek sazî û dezgehên demokratîk ku derbarê mijarê de bang kirin, tu pêngav nehatin avêtin û her roja derbas dibe rewşa tenduristiya çalakvanên di greva birçîbûn de xerabtir dibe. Jinên di greva birçîbûn de têkildarî rewşa bi nameyekê agahî dan.    Fadîme Demîroglu ya nêzî salakê ye di qawîşa C6 a Girtîgeha Xerpê de tê girtin, bi navbeynkariya hevalek xwe name ji ajansa me re şand û derbarê girtiyên di greva birçîbûnêde agahî da û bê mafiyên li ser wan tên ferzkirin nivîsand.   Demîroglu, di  nameya şand de wiha got: “Di hevalên me yên di greva birçîbûnê de bêhalî heye, bi zorê di axivin û her ku diçe rewşa tenduristiya wan xirabtir dibe. Hevalên me ji 10’ê Mijdara 2017’an û vir ve di greva biçîbûnê dene. Deng ji kesekê dernakeve. Gelek kîlo dane. Di hevalan de bêhalî heye û bi zorê diaxivîn. Dilê wan dixele. Rewşa wan me dixwe fikaran. Em bang li raya giştî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku piştgiriyê bidin.”