2 CD'yên di dosyeya Sarisuluk de şikestî derketin 2018-01-04 10:24:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Doza Ethem Sarisuluk ê di çalakiyên Geziyê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, piştî Dadgeha Bilind biryar betal kir û şûn de dosyeya 2 CD'iyên wê kêm ku ji dadgeha herêmî re hat şand, şikestî derketin. Parêzer Murat Yilmaz wekî rewşa “watedar” nirxand.  Di girtekên 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Aksarayê yên di 28’ê Kanûna  2017’an de wiha hat gotin: “Dadgeha me dosyeya hejmara 2015/364 ji bo temyîzê ku ji 1’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind re hatî şand, dadgeha me li gorî danezana hejmara biryara 2017/4723 di roja 05/12/2017’an de biryar betal kiriye û dosya di 27/12/2017’an de gehiştiye dadgeha me. Bi vekirina torbeyê posteyê re ji ber ku klasor xera bibû, her du CD’ên kêm ên dosyayê jî parçe bûbûn, ji bo vê yekê girtêk hatine girtin.”    Yek ji parêzerê malbata Sarisuluk Murat Yilmaz, têkildarî şikestina CD’an axivî û wiha got: “Di dosyayek wiha girîng de şikestina CD’an bi watedare. Piştî lêpirsîna dosyayê, emê serlêdana sûc bikin.”   PÊVAJOYA DOZÊ   Li Enqerê di sala 2013’an di çalakiyên Geziyê  de polîsê binavê Ahmet Şahbah, Ethem Sarisuluk bi çekê kuştibû. 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dest pêkê bi sûcdariya “kuştina bi zanebûn” li polîsê bersûc Şahbaz 7 sal, 9 meh û 10 roj cezayê girtîgehê birî.       Ji ber ku 1’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilin li gorî usûlê biryar betal kir, şandeya ‘dadgeha nobedar’ dosya bi hinceta ewlekariyê şand 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Aksarayê. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Aksarayê di 19’ê Kanûna 2016’an de bi sûcdariya ‘kuştina bi zanebûn’ salek, 4 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Şahbaz birî. Piştre dadgehê ev biryara xwe veguherand cezayê 10.100 TL pare. 1’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind serlêdana temyîzê ya Parêzerê malbatê Murat Yilmaz biryar belat kiribû.