Daristana Çiyayê Cûdî dişewite 2020-08-14 14:30:07   ŞIRNEX - Daristana Çiyayê Cudî ya li herêma Şax û Heblerê dişewite.    Li Çiyayê Cûdî, li herêma Şax û Heblerê agir bi dakistanê ket. Di saetên serê sibê de agir bi daristanê ket. Şêniyên herêmê diyar kirin ku piştî eskeran gule berdan nîşanê û şûnde agir bi herêmê ketiye. Şêniyan da zanîn ku heta niha kesî mudaxaleyî agir nekiriye. Agirê li "Herêma Ewlehiya Taybet" bi daristanê ketiye belav dibe.