HDK: Gefa komkujiya li dijî Êzidîyan didome 2020-08-14 14:22:16 STENBOL - Lijneya Rêveber a HDK'ê, komkujiya Êzidîyan a 14'ê Tebaxa 2007'an bibîr xist û diyar kir ku gefa komkujiya li dijî hebûna çandî û fîzîkî ya Êzidîyan îro jî didome.  Lijneya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî komkujiya 14'ê Tebaxa 2007'an ku El-Kaideyê li herêma Sibe, Şex, Xidir û Tilezerê ya Şengalê komkujî pêk anî, daxuyanî da. HDK'ê diyar kir ku li ser axa Mezopotamya gelê qedîm bi hezar salan bi hevre jiya ne û yek ji gelê vê axê yê qedîm Êzidî ne. HDK'ê da zanîn ku êzidî di dirokê de her tim ji aliyê hêzên mêtînger û dagirker ve bi talankirin, wêrankirin, êrîş û kuştinan re rû bi rû mane û êrîşa li dijî Êzidiyan îro jî didome. Lijneya HDK'ê destnîşan kir ku gefa komkujiya li dijî hebûna çandî û fîzîkî ya Êzidîyan îro jî didome û wiha lê zêde kir: "Êzidîyan, her tim bi berxwedanê bawerî, çand, nasname û hebûna xwe parastine. Lê niha dixwazin axa ku ji bo Êzidîyan piroz e, bê êzidî û bê Kurd bihêlin. Polîtikayên asimilasyona li dijî Êzidîyan didome.  Herî dawî li dijî Şengalê fermana 73’an pêk hat. Ev êrîş û komkujî şerma mirovahiyê ye.      Hêzên navneteweyî yên dibêjin 'Em li dijî DAIŞ'ê şer dikin û hemû rêxistinên demokratîk' li hemberî vê êrîşê bêdeng mane. Divê bi lez ji bo êzidîyan gavên pêwist bavêjin. Em di 13'emîn salvegera 14'e Tebaxê komkujiya Şengalê de Êzidîyên jiyana xwe ji dest dane em wan bi hurmetî bibîr tînin. Em fermana 73’emîn a li dijî êzidîyan şermezar dikin."