Ji CÎSST’ê rapora 104 girtîgehên cuda: Mafê tenduristiyê tê astengkirin 2020-08-14 14:18:19 STENBOL - CÎSST a ku pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn qeyd dike, ragihand ku ligel şewba vîrûsa koronayê jî amûrên paqijiyê ji bo girtiyan nehatine dayîn û mafê tenduristiyê yê girtiyan hatiye astengkirin.    Komeleya Civaka Sîvîl a di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST), geliyên têkildarî şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ên di navbera 27’ê Tîrmehê û 12’yê Tebaxê de, ji xeta wan piştevaniyê hatibû kirin, kir rapor. Di raporê de, hat diyar kirin ku di pêvajoya şewbê de, li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne, ji 104 girtîgehan ji bo wan gilî hatin û agahiyên girtîgehan û girtiyan veşartî girtine.    Di raporê de hat dest nîşan kirin ku pirsgirêka kapasîteya di girtîgehan de ev demek dirêje dewam dike û wiha hat gotin: “Ji ber vê, girtî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Qawîşên girtiyan qerebalixin, girtî ji neçarî nêzê hevin û nikarin mesafeya civakî bixin navbera xwe. Di heman demê de, li girtîgehên servekirî jî, girtî ji neçarî bi hevre xwarinê dixwin û di heman dorhêlê de dimînin.”   Di dewama raporê de, pirsgirêkên di girtîgehan de tên jiyîn, made bi made wiha hatin rêz kirin:    “* Di dest pê ka pêvajoya şewbê de, girtîgeh bi awayekê pergalî dihatin dezenfekte kirin, lê di demên dawî de ev kêm bûye.   * Pir kêm girtîgehan malzemeyên dezenfektanê xistine   korîdaroên girtîgehan.   * Di hin girtîgehan de pençereyên qawişan pir tengin û ji ber vê hewaya paqij nakeve hûndir. Di hin girtîgehan de jî, ji bo ku girtî pençereyan venekin, hatine pêvedanîn.   * Di hin girtîgehên servekirî de, di dema kantîn û xwarin xwarinê de mesafeya civakî namîne.   * Malzemeyên bi pere tên belavkirin, pir bi sînorin û kêm tên belavkirin.    * Li hin girtîgehan ropûş tên dayîn û li hin girtîgehan jî nayîn dayîn.   * Ji ber bê derfetiyê gelek girtî nikarin amûrên paqijiyê bikirin û girtîgeh jî nade wan.    * Her tim av tên birîn û ava gerim pir kêm tên dayîn   * Li hin girtîgehan, xwarên tên dayîn an ne başe, yan jî ne paqijin.    * Di kantînên girtîgehên servekirî de, amûr bi biha tên firotin.   * Di hin girtîgehan de xwarinê parêzê nayê dayîn û tek tîp xwarin tê dayîn.    * Ji bo girtiyên nexweş, extiyar û di komên rîskê de, bergiriyên têr û tije nehatin girtin,     * Li hin girtîgehan, bijîşk an nayin revîrê, yan jî bi pergalî nayîn.    * Ji bo girtiyên derdikevin revîrê yan dermayan nayin dayîn û yan jî telîlên wan nayin girtin.   * Li gelek girtîgehan  girtî sewqî nexweşxaneyan nehatine kirin û bi pergalî nehatine tedawî kirin.   * Gelek girtiyan di heman ringe de dibin nexweşxanê û ev jî rîska pêketiyan zêdetir dike.   * Di vegera ji nexweşxanê girtiyan 14 rojan dixwin karantîneyê û ev jî rîska bi vîrûsê ketinê zêdetir dike.    * Li hin girtîgehan girtiyên di karantînayê de dernaxin baxçeyê û  şert û mercên karantînayê dişibe cezayê hucreya yek kesî.   * Di hin girtîgehan de, di beşên karantînayê de gelek girtî bi hev re dibînin.    * Li hin girtîgehan ji bo girtiyên di karantînayê de rojname, radyo, TV, pirtûk û semawer nayin dayîn û girtî bi her awayî tên mexdûrkirin.   * Di hin girtîgehan de, mafê hevdîtina telefonê û derxistina baxçeyê yên girtiyên di karantînayê de tên bin pêkirin û ev maf ji wan nayê dayîn      *Şert û mercên karantînayê, bi awayekê neyînî bandorê li girtiyên nexweş dike û ji ber vê yekê rewşa tenduristiya wan girantir bûye.”