Kesên li Dîgorê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn 2020-08-14 13:09:41   QERS - Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin, bi qerenfîlan hatin bibîranîn.    Li navçeya Dîgor a Qersê, welatiyan di sala 1993’yan de, xwestin li dijî ferzkirina cerdevaniyê, bi serdegirtinên malan, îşkence û polîtîkayên zilmê yên li ser xwe meşa “Êdî bese” li dar bixin. Lê esker û polîsên hêzên taybet, gule li welatiyan reşandin, 5 jê zarok 17 kes qetil kirin. 17 kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, li cihê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qersê Sevda Sûbaş, Cengîz Anli û parêzer Bişar Abdî Alinak, beşdarî bîranînê bûn, ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz girtin û dûre qerenfil danîn cihê bûyerê.