Jinên çalakger: Têkoşîna me dê bêtir mezin bibe 2020-08-14 13:05:38 ENQERE - 33 Jinên çalakger ên di "Zincîra Jiyanê" de li Enqereyê hatin binçavkirin û berdan, diyar kirin ku binçavkirina wan dê têkoşîna wan bêtir mezin û xurt bike.   Endamên Platforma Jinan di 12'ê Tebaxê de li Enqereyê ji bo parastina Peymana Îstanbul çalakî li dar xistin û xwestin "Zincîra Jiyanê" ava bikin. Polisan mudaxaleyî jinan kiribûn û nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Eylem Akdag jî di navde 33 jin binçav kiribûn. Polîsan piştî îfadeya 33 jinan girtin di saetên derengê şevê de serbest berdan. Jinên bi navê Parêzer Sevinç Hocaogulları, Nebiye Mertturk, Buse Uçer, Aysun Gençtanır, Zeynep Tan, Aylin Kalp, Kardelen Demir, Emel Vural, Yagmur Alaz Gulveren, Gulçin Polat, Sena Bademlî, Parêzer Arzu Kurt, Sude Sivri, Gulbahar Gunduz, Beste Uymaz, Tugba Koçer, Serap Kaplan, Meziyet Yildiz, Zelal Su Degirmenci, Deniz Keles, Îpek Arapoglu, Dicle Paşa, Derman Gulmez, Songul Kurt, Meryem Gonbe, Sibel Goktaş, Rojnameger Eylem Akdag, Fatma Kiliçarslan. piştî hatin berdan bertek nîşanî binçavkirinê dan û diyar kirin ku peyman dide jiyandin.    Ji jinên hatin binçavkirin Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Sîncanê Fatma Kiliçarslan û endama Platforma Jinan a Enqereyê Nazli Buket Yazici tişta hatiye serê wan vegotin    'EM DESTÛR NADIN DENGÊ ME BITEPISÎNIN'   Fatma Kiliçarslan, diyar kir ku polîsan êrîşî wan kir û bi îşkenceyê ew binçav kirin û wiha got: "Bi salan e em dixwazin li Enqereyê daxuyaniyan bidin. Lê polîs û walî destûr nadin û çalakiyên me qedexe dikin. Me di 12'ê tebaxê de xwest Zincîra Jiyanê ava bikin. Lê li dora Metroya Kolejê xwestin me di qadek teng de hepis bikin. Ew qas jin tên kuştin. Xwestin dengê me yê li dijî kuştina jinan bitepisînin. Xwestin têkoşîna jinan ji civakê qut bikin. Kesên li dijî kuştina jinan barîkatan ava nakin, li dijî jinên dibêjin 'Em dixwazin bijîn, em dest ji jiyanê bernadin" barîkatê ava dikin. Kujerê jinê serbest digerin. Jinên ji bo mafê xwe têdikoşin bi îşkenceyê tên binçavkirin."    'PIŞTA MIN LI HESIN XISTIN   Fatma Kiliçarslan, anî ziman ku dema polîsan êrîşî wan kir û ew binçav kirin, pişta wê li hesin xistin û wiha axivî: "Îşkence û heqaret li me kirin. Parêzer û rojnameger binçav kirin. Dema em birin nexweşxaneyê li dijî hiqûqê em destpelandin. Em şev nîvê şevê li nexweşxaneyê serbest berdan. Lê tiştekî êdî em winda bikin tune ye. Dê li her qadê têkoşîna me bidome."    'TÊKOŞÎNA JINÊ BI SER KET'   Fatma Kiliçarslan, anî ziman ku Serokomar Erdogan di 19’emîn salvegera partiya xwe de Peymana Îstanbul kir hedef û wiha bi dawî kir: "Axaftina Erdogan nîşan dide ku têkoşîna jinê bi ser ketiye. Têkoşîna me heta ku Peylama Îstanbul bi çalak têkeve meriyetê û mafê jinê mîsoger bibe dê bidome. Heta ku jin azad bibe têkoşîna me dê bidome. Em jiyanê diparêzin. Em ji bo hemû jinan têdikoşin. Em hemû jinan dawetî têkoşînê dikin."    'NIKARIN ME JI VÎNA ME DÛR BIXIN'    Endama Platforma Jinan a Enqereyê Nazli Buket Yazici, anî ziman ku polîsan bi hinceta "Trafîk girtine" mudaxaleyî wan kirine û wiha got: "Polîsan nêzî 40 deqîqeyê êrîş kirin. Polisan bi lêdan û tundiyê jin binçav kirin. Polîsan mesalefa fîzîkî li ber çavan negirtin. Di maşîna binçavkirinê de jî temasa fîzîkî li ber çavan negirtin.    Nazli Buket Yazici bertek nîşanî helwesta polisan a "Qaşo Platforma Jinan" jî da û wiha got: "Me xwest mafê xwe yê zagonî û demokratîk biparêzin. Lê astengî derxistin pêş me. Em dizanin ev polîtîkayên AKP'ê yên dûrxistina ji vînê ne. Lê em dest ji vîna xwe berdanin. Platforma Jinan a Enqereyê demek dirêj e têkoşîna rêxistinbûnê dimeşîne. Walîtî vê platformê nas dike. Komek jin dikarin li hev kom bibin û li dijî betalkirina Peymana Stenbolê bertekên xwe bînin ziman. Ev mafekî wan ê demokratîk û zagonî ye.