Hevşaredarê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, hat girtin 2020-08-14 11:50:10 AMED  - Îbrahîm Çîçek ê di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de ji bo Hevşaredariya Yenîşehîrê hatibû hilbijartin, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.   Hevşaredarê Navçeya Yenîşehîr a Amedê  Îbrahîm Çîçek ê di 13’yê Mijdara 2019’an de qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, li bajêr ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û dûre derxistin dadgehê. Dadgehê derbarê Çîçek de biryara girtinê da    Çîçek ê dema mamostebû bi KHK’ê ji peywirê hat girtin, piştî di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de Hevşaredariya Yenîşehîrê qezenc kir, bi hinceta KHK’iye mezbeteya wî nehatibû dayîn.    Li gorî agahiyan, Çiçek bi hinceta endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye, bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin.