Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin 2020-08-14 11:30:36   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo ku biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo ku biçin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Birayê Omer Hayrî Konar, Ali Konar, Birayê Hamili Yıldırım, Polat Yildirim û Xwişka Veysi Aktaş Melihe Çetin, ji bo li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş, ji 15'ê Adara 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîran, 12'ê Tebaxa 2019'an û 2'ê Adara 2020'an de karibûn bi xizmên xwe re hevdîtin bikin. Hamîlî Yildirim jî piştî şandin Îmraliyê ji 15'ê Tîrmeha 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an karibû bi malbatê re hedîtin bike. Piştî li Grava Îmraliyê şewat derketibû, di 2'ê Adarê de malbat çûn Îmraliyê. Ji ber wê demê birayê Hamîlî Yildirim nexweş bû nikaribû biçe Îmraliyê.    Ocalan jî piştî 21 salan yekem car di 27'ê Nîsana 2020'an de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Girtiyên din ên li Îmraliyê jî, piştî birin Îmraliyê ji sala 2015'an heta niha di heman demê de bi malbatên xwe re bi telefonê axivîn.