Li Colemêrgê binçav kirin 2020-08-14 11:17:32 COLEMÊRT - Polîsan di çarçoveya lêpirsînekê ku tê gotin ku li dijî KCD’yê de, li Colemêrgê serê vê sibê bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.    Li navend û navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê yên Colemêrgê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin. Hat diyar kirin ku polîsan di çarçoveya lêpirsînekê ku derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatiye vekirin de bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.    Piştî lêgerîna di malan de, polîsan kesên binçav kirin birin, Miduriyeta Polîsan a Bajêr.   Navê  hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Şemzînanê Pinar Yilmaz, Şukru Çalli, Nîhat Tûrgût, Ramazan Erîk, Mehmet Emîn Seven, Hîvîdar Ertûnç, Omer Farûk Tekîn û Felem Aker.