Derbarê hevşaredarê dewra neguhêzbaran îptal kir de lêpirsîn 2020-08-14 10:56:22 ŞIRNEX - Derbarê Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê dewra 12 neguhêzbarên şaredariyê îptal kir û bi sendîkayê re TÎS îmze kir de lêpirsîn hat destpêkirin.     Yekemîn qeyûmê di 11’ê Îlona 2016’an de tayînî Şaredariya Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya dibin rêveberiya Partiya Demokratîk û Aştiyê (BDP) hat kirin, 36 Mîlyon TL pereyê di kaseya şaredariyê de qedan û şaredarî bi 220 Mîlyon û 793 hezar TL pere deyndar kiribû. Qeyûmê ku bi vê têr nebû, di serî de avahiya xizmetê ya şaredariyê û 12 neguhêzbarên şaredariyê dewrî Midûriyeta Polîsan a Navçeyê, sazî û dezgehên cuda yên dewletê kirin.      Hevşaredar û endamên meclîsê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de qezenc kirin, di 10’ê Hezîran 2019’an bi yek dengî dewra 12 neguhêzberên şaredariyê yên ji aliyê qeyûm ve bê berdêl hatibûn dewir kir, betal kiribûn.    Wazareta Karê Hûndir berê jî, derbarê biryara heyî de, ji endamên meclîsê bersiva bi nivîskî xwestibû. Heman lêpirsîn, vê carê bi biryarek cuda derbarê Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig de hat dest pê kirin. Di lêpirsîna hat dest pêkirin de ji Zirig hat xwest ku îfadeya xwe bi nivîskî bide.