Eskeran 4 kes li Edeneyê binçav kirin 2020-08-14 10:53:15   EDENE - Eskeran li Edeneyê bi ser gelek malan de girt û 4 kes binçav kirin.    Yekîneyên Fermandariya Cendirmeyan, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi ser gelek malan de girt. Eskeran di serdegirtina malan de 4 kes binçav kirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Edeneyê. Sedema binçavkirina 4 kesan nehat zanîn.    Li Edeneyê 3 jê zarok 10 kesên ku polîsan 8 roj berê ew binçav kiribûn, lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû. Tê payîn ku îro 10 kesan sewqî dozgeriyê bikin.