Daran bêyî agahiya şaredariyê dibirin 2020-08-14 09:54:06 MÊRSÎN - Li "Baxçeyê Millet" ê Mêrsînê beyî şaredariyê daran dibirin. Berdevka Meclîsa Giştî ya Bajar a HDP'a Mêrsînê Bedriye Kuş, bertek nîşanî birrîna daran da û got: “Li dijî hiqûqê kar dikin. Agahiya tu şaredariyan bi vê yekê tune û daran dibirin. Em ê serlêdana sûc bikin."   Xebatên TOKÎ, Wezareta Bajarvanî û Derdorê û Serokomar ên li Statduya Tevfîk Sirri Gur a li Akdenîza Mêrsînê didome. Ji bo avakirina "Baxçeyê Millet" li vê qada ku ji 140 dolim zevî pêk tê xebatên xwe berdewam dikin û daran dibirin. Li Çemê Muftu ji aliyê Karên Avê ya Dewletê (DSİ) ve di 12'ê Tebaxê de ji bo xebatên islahê 17 darên ku temenê wan 80 - 100 salî ji kok ve hatin birîn. Berdevka Meclîsa Giştî ya Bajar a HDP'a Mêrsînê Bedriye Kuş, bertek nîşanî birrîna daran da û got: “Me li qada dar hatin birîn lêkolîn kir. Divê xebatên islahê wisa neyên kirin. Em ê qetilkirina daran bînin rojevê û li dijî vê yekê têbikoşin. Li dijî hiqûqê kar dikin. Tu belgeyên biryara birînê di destê şîrketê de tune . Agahiya tu şaredariyan bi vê yekê tune û daran dibirin. Em ê serlêdana sûc bikin."    Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'a Mêrsînê jî anî ziman ku dê der barê kesên dar birîne de serlêdana sûc bikin.