Ewil îşkence kirin piştre lêborîn jî nexwestin 2020-08-14 09:47:37 AMED - Polîsên ku bi xeletî ser mala welatî Suleyman Arikan de girtin, ew derb kirin. Arikan, diyar kir ku polîsan ji wî re gotine ‘heke tu gilî bikî wê ji bo te qet ne baş be. Em ê te ji alîkarîdayîna rêxistinê bigirin.” Polîsên tîmên taybet duh saet 05.00'ê sibê de bi ser mala Suleyman Arikan (25) ê li Taxa Fatîhê ya navçeya Rezan a Amedê de girtin. Polîsan piştî zanîn ku ser navnîşaneke xelet de girtine, ji bo Arikan wan gilî neke gef li wî xwarin. Arikan derbarê bûyera ku bi serê wî hat de,  ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.   ‘BI QONTAXA TIVINGÊ LI PIŞTA MIN XISTIN’    Arikan ê 25 salî, diyar kir ku di saetên sibê de polîsên tîmên taybet bi ser mala wî de girtine û wiha got: “Di saetên serê sibê de bi tund li deriyê min xistin. Min çawa derî vekir 10 kesên bi çek, ketin hûndir. Piştî ketin hûndir min nû zanî polîs in. Ji min pirsa hinek kesên din kirin, min jî got ‘ez nas nakim.’ Dûre ez birim terasa malê û bi erdê re dirêj kirim. Heqaret li min kirin. Min got ‘hûn şaşitiyê dikin heta niha tu zirara min ne gihiştiye kesekê’ lê zêxteke zêde li min kirin. Xeber gotin û bi qontaxa tifingê li pişta min xistin. Dema ez li erdê dirêjkirî 4-5 kesan li pişta min xistin. Piştî ku min ji wan re got ‘sûcê min çiye?’ ji min re gotin ‘ne axive’ û heqaret li min kirin. Min nedikarî biaxivim ji ber ku çiqas axivîbûma zêdetir li min dixistin.”   ‘MIROV SUCDAR BE JÎ EV MUAMELE LÊ NAYÊ KIRIN’   Arikan, anî ziman ku mirov sûcdar be jî, divê ev muamele lê neyê kirin û wiha bilêv kir: “Carna dibêjin em welatekî wisa wisa ne. Lê muameleya li min hat kirin gelek cuda bû. Min ji wan 2 kesên ku heqaret û îşkence li min kirin re got ‘ez ê we gilî bikim.’ Dûre yekê ji wan ez birim aliyê mutbexê û got ‘heke tu giliyê bikî ji bo te wê qet ne baş be. Em ê te ji alîkarî dayîna rêxistinê bigirin. Tu dê zirarê bibînî. Li ku derê gilî bikî bike.’ Ez dixwazim van tiştan mirov bizanin. Îro bi serê min hat sibê dibe ku bi serê kesek din jî were.”   ‘XELETÎ ÇÊBÛYÊ’   Arikan, da zanîn ku polîsan bê destûr ser mala wî de girtine û wiha berdewam kir: “Polîs bê destûr ketin mala min û li her derê geriyan û tevlîhev kirin. Ez rencîde kirim. Ligel ku dizanîbûn ku kesên lê digerin ne ezim jî, dîsa ser min de hatin. Bi dijminane nêzîkî min bûn. Herî dawî ji min re gotin xeletî çêbûye. Min jî ji wan re got ‘mirov sûcdar jî be hûn nikarin muameleyeke wisa lê bikin.’ Lêborîn jî ji min nexwestin. Li gel vê du kes nava wan de hebûn gotin ‘vî jî bigirin em ê li qereqolê pêre eleqedar bibin.’”   ‘QEREQOLÊ TIŞTEK NEKIR’   Arikan, dest nîşan kir ku ji bo serlêdana sûc çûye Qerekola Şehîdlîkê û wiha lê zêde kir: “Ji bo serlêdana sûc ez çûm Qereqola Şehîdlîkê, lê tiştek nekirin û gotin ‘here serî li dozgeriyê bide’ û ji wir jî ez hatim malê. Ez ê serî li dozgeriyê bidim. Ji ber ku ez îro bêdeng bimînim dibe ku sibê tiştên nebaştir bibe. Dibe ku bi gilîkirinê tiştek dernekeve holê, lê tişta ji destê min were ez ê bikim.”   Polîsên ku piştî saetekê ji mala Arikan derketin bi ser mala Seyfettîn Kardaş ê cîranê wî de girtin û ji ber parvekirinên medya civakî Kardaş binçav kirin.   MA / Fahrettin Kiliç - Arjin Dilek Oncel