Şaredarê Pîranê yê îtîfaqê îstifa kir 2020-08-14 09:40:07   AMED - Şaredarê HDP'î yê Pîranê Felat Aygoren ê ku di hilbijartina rêveberiyên herêmî de ji kontenjana "Îtîfaqa kurdistanî" hat hilbijartin, ji partiya xwe îstîfa kir.    Şaredarê Pîranê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Felat Aygoren ê ku di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê adarê de ji kontenjana "Îtîfaqa kurdistanî" hat hilbijartin, ji partiya xwe îstîfa kir. Felat Gungoren ku ji PDK-Bakur istîfa kir diyar kir ku dê ji niha û şûnde wekî kesek serbixwe erka xwe berdewam bike. Gungoren bi 8 hezar û 980 dengan hatibû hilbijartin. Piştî Gungoren îstîfa kir li ser medya înternetê bertek zêde bûn.