Pisporê Rojhilata Navîn Kar: Xeta 3'yemîn dikare Lubnanê bi xelasiyê bixe 2020-08-14 09:09:01 STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar geşedanên li Lubnanê nirxandin û got: "Xeta rêya 3'yemîn ku li ser asasê feraseteke demokratîk û azadîxwaziyê ye, dikare Lubnanê ber bi ewlehiyê û başiyê ve bibe."    Li paytexta Lubnanê Bêrûdê, li Lîmana Bêrûdê bi tonana amonyûm nîtrat înfilaq bûbû û ji ber vê 200 kesî jiyana xwe ji dest dabû û zêdetirî 6 hezar kes jî birîndar bûbûn. Piştî teqînê Serokomarê Fransayê Macron, di 6'ê Tebaxê de hevdîtin bi Serokomarê Lubnanê Mîşel Avn re çêkiribû û serdana Lîmana Bêrûdê kiribû. Piştî serdanê bi rojekê Macrn gotibû: "Heger Fransa rola xwe nelîze, dê îranî, tikr û hêzên din ên li herêmê daxilî nav kar û barên navxweyî yên Lubnanê bibin. Wê ji van welatan hin jê, di aleyha gelê Lubnanê de vê yekê ji bo berjewendiyên xwe yên jeoplîtîk û aborî bikin."    Her wiha piştî teqînê bi çend rojan ji ber çalakiyên şermezarkirinê yên gel, hikûmeta heyî îstifa kiribû.   Rojnamevan û Pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar geşedanên li Lubnanê nirxandin.     'BOMBAYEK BÛ BI SER PERGALA LUBNANÊ DE HAT'   Kar, anî ziman ku teqîna li lîmanê dixwazî bila sabotaj be, dixwazî bila ji ber îhmalkariyê be, axirê bû sedema mirinê bi sedan mirovî. Kar, vê yekê wekî "felaketê" nirxand û got, ev felaket cardin serîhildana gel di 17'ê Cotmeha 2019'an de rû dabû bi ruh kiriye. Kar, bilêv kir ku li Lubnanê piştî teqîna navbirî serhildana Cotmehê cardin gur bûye û got: "Ev bombe, bi ser pergala Lubnanê de bariyaye. Wê bandora wê pir giran be û diyar e ku wê bi îstifakirina end parlemneter û weîran bi dawî nebe."    DAXUYANIYÊN FRANSA Û LUBNANÊ    Kar, daxuyaniya Serokomarê Fransayê Macron û Wezareta Kar û Barên Derve ya Tirkiyeyê yên piştî teqînê dan jî nirxand û got: "Fransa, wekî bi demê re ketibe pêşbaziyê tevgeriya û got, 'Heger em ne li vê derê bin; dê Tirkiye û Îran li vê derê bin.' Ev daxuyanî, daxuyaniyeke pir watedar e. Paşê heyeta ku Tirkiyeyê ew şand û bangawaziyên wê bû bû cihê bertekên mezin. Yanî dixuyê ku hêzên derve nikarin pirsgirêka Lubnanê hel bikin."    ‘ÎSTIFAIRINA HIKÛMETÊ WÊ NIKARIBE PIRSGIRÊKAN HEL BIKE'    Kar, destnîşan kir ku geşedanên li Lubnanê bi awayekî lez û bez dewam dikin û got, nedihat texmînkirin ku wê hikûmet ev qasî zû îstifa bike. Kar, got: "Serokwezîr, gotibû ew ê di nav du mehan de hilbijartineke pêşwext li dar bixin. Lê belê piştî axftina wî bi du rojan îstifa dest pê kirin. Piştî vê serokomar jî dît ku a baş îstifa bike." Kar, anî ziman ku pir zelal e, dê îstifakirina hikûmetê yan jî hilbijartineke pêşwext nikaribe pirsgirêkên Lubnanê hel bike ûg ot: "Esas a ku dê pirsgirêkên Lubnanê hel bike; peymaneke civakiyî ye û piştî vê jî lidarxistina hilbijarrtinekê ye. Heya qanûna hilbijartinê neguhere, çend hilbijartin çêbibin jî wê heman hêz bi rûyên cuda werin."    ŞERTÊN SCKENHER    Kar, diyar kir ku di vê çarçoveyê de serdana Macron gelek peyaman di xwe de dihewîne û got: "Di destpêka van peyaman de; hewldanên ji bo hikûmeteke demborî û hikûmeteke mutabaqata neteweyî çêbûn. Cîgirê Musteşarê Ji Rojhilata Nêzîk Berpirsiyar ê Wezareta Kar û Barên Derve ya Amerîkayê Davîd Schenker, di vê çarçoveyê de dê bi gelek şert û mercên cuda û ferzkirinan bê Lubnanê. Wê Sckenher ferz bike ku di hikûmeta bê avakirin de gere Hîzbullah tunebe. Şertê duyemîn jî divê di navbera Îran û Îsraîlê de sînorên behrê bên diyarkirin. Şertê sisyan jî girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) hêza mudaxilekirina lezgîn û hin peywirên nû û berfirehkirina peywiran be.    QEBÛLKIRINA ŞERTAN TÊ WATEYA ŞEREKÎ NÛ    Kar ji bo wateya şertên Sckenher got: "Wê sînorên Lubnanê Sûriyeyê bigire, wê sînorên xwe û Îsraîlê vekirî bihêle û wê vê hêzê jî ki hemberî Hîzbullahê bi kar bîne. Heger ev şert bên qebûlkirin, dê şerekî navxweyî yê nû rû bide. Ne mimkun e ku ev şert pêk bên. A rast DYA ne ku niha van şertan dide der. Jixwe berê biryarên wekî Hizbullahê daxilî nav lîsteya terorê û qerisandina mal û bilkên hin kadroyan girtibû. Her wiha ji ber Hizbûllahê dibe ku hin mueyîdeyên nû pêk bên. A rast ev hemû ji bo parastina Îsraîlê û parastina sînorên wê ye. Lewma seredana Sckenher dê ji bo gelê Lubnanê qet nebaş be."    XETA RÊYA 3'YEMÎN    Kar, bal kişand ser liv û tevgera gelê Lubnanê u piştî teqînê rû da û got, di prostetoyên gel ên li kuçeyan de ji xeynî komên hikûmet a îstifa kir û muxalefetê, hêleke "sêyemîn" jî heye û ev hêl jî qanûneke bingehîn dixwaze ku li ser asasê laîkbûn, demokrasî, azadîxwaziyê û sivîlbûnê be.    Kar got: "Heger çareseriyek çêbibe dê ev jî bi hewldanên gelê Lubnanê çêbibe. Lê belê ev ne bi awayekî eskerî, bi feraseta xeta rêya 3'yemîn pêkan e ku li ser esasê feraseta demokratîk û azadîxwaz e. Dê bev feraset Lubnanê ber bi başî û ewlehiyê ve bibe. An jê wê Lubnan bibe cihê şerên dûr û dirêj."    MA / Nacî Kaya