‘Di dema pandemiyê de bila temenê çûyîna dibistanê ji 7 saliyê dest pê bike' 2020-08-14 09:08:09 RIHA - Dibistan wê di 21'ê Îlonê de dest bi perwerdehiyê bikin. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Mahmût Bînîcî, biryara navbirî rexne kir û xwest di pêvajoya pandemiyê de temenê çûyîna dibistanê ji 7 saliyê de dest pê bike.  Wezîrê Perwerdehiyê Ziya Selçûk, daxuyandibû ku dê dibistanên taybet di 17'ê Tebaxê û dibistanên dewletê di 31'ê Tebaxê de dest bi perwerdehiya ji dûra ve bikin û wê perwerdehiya rû bi rû jî di 21'ê Îlonê de dest pê bike. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Mahmût Binîcî, biryara Wezareta Perwerdehiyê rexne kir û got, hea şert û mercên tenduristiyê baş nebin divê dibistan neyên vekirin.    ‘DIVÊ DIBISTAN NEYÊN VEKIRIN'    Bînîcî, destnîşan kir ku divê ewilî şert û mercên tenduristiyê yê xwendekaran esas bên girtin û got, divê bi fikarên bazirganî gav neyên avêtin û piştî şert û mercên tenduristiyê yê xwendekaran baş bibin divê dibistan bên vekirin. Bînîcî, anî ziman ku pandemî li bajêr pir zû belav dine û got, dibe ku bi rewşine pir nexweş re rû bi rû bimînin.    Bînîcî, anî ziman ku divê jiyana xwendekaran ber bi xetereyê ve neyê şandin û gotî heya ku şewb neyê kontrolkirin divê dibistan neyên vekirin.    REWŞA 200 HEZAR ZAROKÊN LI NAV ERDAN DIXEBITIN    Bînîcî got: "Niha nêzî 200 hezar zarok li nav erdan dixebitin. Mesela di destpêka pandemiyê de perwerdehiya ji dûr ve dest pê kir. Tenê li dibistaneke li navçeya Eyyûbiyeyê ku hejmara xwendekarên wê hezar û 500 bû, ji ev qas xwendekarî tenê 12 kes tev li perwerdehiya ji dûr ve bûn. Qet nebe divê di pêvajoya pandemiyê de temenê destpêkirina dibistanê ji 7 saliyê bê destpêkirin. Ji bo vê salê qet nebe divê gavine werê bên avêtin."