Dede: Walîyê Wanê wekî serokê AKP'ê yê bajêr tevdigere 2020-08-14 09:07:37 WAN - Cîgirê Hevserokatîya Giştî ya HDP'ê Umît Dede, qedexeya çalakiyan a li Wanê ku piştî Rewşa Awarte hatibû îlankirin û hezar û 363 roj in didome nirxand. Dede got: "Walîyê Wanê wekî serokê AKP'ê yê bajêr tevdigere."    Walîtiya Wanê, Rewşa Awarte ta piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin wekî hincet nîşan dide û ji 21'ê Mijdara 2016'an ve li bajêr lidarxistina çalakîyan qedexe dike û qedexeyê 15 rojan carekê dirêj dike. Cîgirê Hevserokatîya Giştî ya HDP'ê Umît Dede, qedexeya ku 15 rojan carekê tê dirêjkirin û hezar û 363 roj in didome nirxand.    TU ELEQEYA WÊ BI BAJÊR RE TUNEYE    Dede, destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya qedexeya ku walîtî radigihîne tuneye û got, Baroya Wanê der barê vê mijarê de 18 doz kirine û Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê jî ji bo betalkirina van qedexeyan doz kiriye. Dede, bibîr xist ku dozên ku baro vekirine hemû ji alîyê Dadgeha Îdarî ve hatine redkirin û got: "Biryara dadgehê bi tu awayî ne hiqûqî ye. Walîtî xala 11 ca ya qanûna 5441'ê wekî hincet nîşan dide. Lê belê hincetên tên nîşandan yek jê jî ne der barê Wanê de ye. Yanî daxuyanîyên hin rêxistinan ên li Îzmîrêî li Amedê û tu eleqeya wan bi Wanê re tunene wekî hincet tên nîşandan. Ev erka di destê walîtiyê de ne bêsşnor e. Erkeke ku bi 15 rojan hatiye sînorkirin e."    Dede, destnîşan kir ku dadgeh êdî bûne tiştekî wisa ku kirariyên rêvebirinê kontrol nakin, wan pesend dikin û got, dizanin ku wê îstinaf, Şûraya Dewletê û Dadgeha Qanûna Bingehîn biryarên wan betal nekin. Dede, anî ziman ku hêleke qedexeyê ya din jî siyasî ye û got: "Welatê me bi pergala serokomartiyê tê birêvebirin. Serokomarê ku welat bi rê ve dibe, di heman demê de serokê giştî yê partiyekê ye jî. Yanî em bi dewleteke partiyî re rû bi rû ne. Serokomar bi biryarnameyên xwe walîyan tayîn dike. Loma walî jî wekî seorkê bajêr ên partiyekê bin hereket dikin. Em li wanê vê yekê bi çavên xwe dibînin. AKP, li wanê çi bike walî qedexe nake. Guh nadin qedexeyan. Lê belê gava HDP an jî partiyeke siyasî ya din bike çalakiyên wan tên astengkirin. Yanî em bi hêla herêmkî ya ergala serokomartiyê re rû bi rû ne."    Her wiha Dede, bibîr xist ku ji ber çalakiyên der barê greva birçîbûnê ya sala 2019'an li endam û rêvebiriên partiyê cezayên ereyî hatine birîn, lê belê Dadgeha Cezayê Sulhê jî bi hinceta cezayê hatiye birîn dijî hiqûqê ye betal kiriye. Dede got: "Dadgehê, bi hinceta dijî hiqûqê ye biryara walîtiyê betal kir. Li hêlekê Dadgeriyên Ceza yên sulhê bi hinceta dijî hiqûqê ye biryarê betal dikin, li hêla din jî Dadgehên Îdareyê dozên di vê çarçoveyê de red dike."