ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-14 09:00:52 * Rojnamegerên li herêma Herêma Federe a Kurdistanê, rastiya êrîşa TSK'ê ya li dijî fermandarên Artêşa Iraqê aşkere kirin. Rojnameger Rêbaz Hesen destnîşan kir ku PDK'ê armanc kirin serbazên Artêşa Iraqê bi PKK'ê re bidin şerkirin, lê ji ber serbazan ev qebûl nekirin, bi destê Tirkiye tasfiye kirin. * Cîgirê Hevserokatîya Giştî ya HDP'ê Umît Dede, qedexeya çalakiyan a li Wanê ku piştî Rewşa Awarte hatibû îlankirin û hezar û 363 roj in didome nirxand. Dede got: "Walîyê Wanê wekî serokê AKP'ê yê bajêr tevdigere."    * Dibistan wê di 21'ê Îlonê de dest bi perwerdehiyê bikin. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Mahmût Bînîcî, biryara navbirî rexne kir û xwest di pêvajoya pandemiyê de temenê çûyîna dibistanê ji 7 saliyê de dest pê bike.   * Pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar geşedanên li Lubnanê nirxandin û got: "Xeta rêya 3'yemîn ku li ser asasê feraseteke demokratîk û azadîxwaziyê ye, dikare Lubnanê ber bi ewlehiyê û başiyê ve bibe."    * Rojnamegerên li herêma Herêma Federe a Kurdistanê bal kişandin ser êrîşên TSK'ê yên li herêmê û destnişan kir ku armanca Tirkiye ne tenê PKK ye, dijberî vê yekê hemû gelê Kurd e.   * Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê li navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Çalakiya parêzerên Mêrsînê ya Nobeta Edaletê ku ji bo parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal dane destpêkirin didome. Li Stenbolê jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP û CHP'ê dê li pêş Nexweşxaneya Dr. Sadi Konuk a Bakirkoyê daxuniyê bidin çapemeniyê. (12.30-15.00)