21 kesên din ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û 1243 kes jî pê ketine 2020-08-13 20:15:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de hezar û 243 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 21 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 21 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 243 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 245 hezar û 635 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 912.