Tora Parastina Jinan: Ne hedê kesêye ku peymanê nîqaş bike 2020-08-13 14:41:50   ÎZMÎR - Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkûn, bertek nîşanî MYK’a AKP’ê ya ku tê de betalkirina Peymana Stenbolê bê nîqaşkirin da û got: “Ne hedê kesêye ku Peymana Stenbolê nîqaş bike.”    Bertekên jinan ên li dijî paşvekişandina Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê dewam dikin. Di civîna MYK’ya AKP’ê de, wê nîqaş derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de kirin. Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkûn, bertek nîlanî vê yekê da û gotf: “Ji roja ku paşvekişandina ji Peymana Stenbolê ket rojevê û vir ve, jin li qadan û li ser medya civakî têkoşîna xwe bi rêve dibin. Bertekên jinan mezinin. Wê jin vê yekê qebûl nekin.”   Coşkûn, da zanîn ku jinên dest ji Peymana Stenbolê bernadin rastî tundiya polîsan hatin û hatin binçavkirin. Lê ligel vê jî hêza xwe winda nekirin. Em ê tu carî dest ji Peymana Stenbolê bernedin û me ev li tevahiya cîhanê jî îlan kirinye. Peymana Stenbolê ji bo jinan jiyaniye. Emê Peymana Stenbolê nexin nîqaşê û ne hedê kesekê ye ku peymanê nîqaş bike. Peymana Stenbolê, têkoşîna mafê jiyana me jinane. Em ê her tim bêjin peymanê bixin meriyetê. Em ê destûrê nedin ku yek madeya wî bê rakirin.”