‘Dixwazin bi hilweşandina goran bîra civakê tune bikin’ 2018-01-04 09:12:44 EDENE – Hevserokê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Şaxa Edeneyê Zeynel Kete der barê hilweşandina goristanan de got: “Bi êrîşa dijî goran re dixwazin êrîşî bîra civakekê bikin.”  Li gelek bajar û navçeyan goristan tên rûxandin û cenaze tên derxistin. Herî dawî jî li Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hilweşandina goristanan pêk hat. Piştî qedexeya li herêmê hat îlankirin şûn ve gorên 267 endam^ne PKK’ê hat hilweşandin û cenazeyan jê derxistin.    Hilweşandina goran û sewpandinên li dijî cenazeyan, di nav malbat û raya giştî de bû sedemê nerazîbûnek mezin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî bertek nîşanî hilweşandina goran dan.    'DERSA MISLMANIYÊ DIDE ROJHILATA NAVÎN LÊ…’    Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Seyhanê Hazim Yalçin êrîşên desthilatdariya AKP’ê ya li dijî goran wek “derveyî ehlaq û wîjdan” pênase kir. Yalçin destnîşan kir ku êrîşên li dijî goran pêk tînin tê wateya şerê tunekirina kurdan û got: “AKP ji civakê re dibêje ‘Ez ê nehêlim hûn siyasetê bikin. Em cenazeyên we jî li ba hev naxwazin.’ Dixwaze van peyaman bide me. Em van êrîşên hovane ku di tu olê de tune ye şermezar dikin û nayê qebûlkirin. AKP, li Rojhilata Navîn dersa misilmaniyê dide. Lê ew bi xwe hovîtiyê dike. ”    'AKP TENÊ XWE MISILMAN DIBÎNE’    Hevserokê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Edeneyê Mehmet Yaşik jî got: “AKP tenê ji bo xwe bi misilman e. AKP bi hilweşandina goristanan di nav siyasetê de ji bo alîgirên xwe bikar tîne. AKP peyama ‘binêrin va ez wan digirim, qetil dikim û gorên wan tune dikim’ dide girseya xwe. Qey tu yê bêjî kurd ne misilman in êrîşî me dikin.”  Yakiş da zanîn ku divê li hember hilweşandina goristanan kes bêdeng nemîne û got “Ji bo ev êrîş bên zivirandin tekane rê rêxistinbûyîn e.”    'ÊRÎŞ HILBERÎNA FERASETA EMEWIYA YE’    Heverokê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Şaxa Edeneyê Zeynel Kete jî êrîşa li dijî goristanan wek “hilberîna feraseta emewiyan” pênase kir û got ku goristan di dîrokê de cihên ewil ên pîroz in. Kete der barê hilweşandina goristanan de wiha bertek nîşan da: “Bi êrîşa li ser goran re dixwazin êrîşî bîra civakekê bikin. Dixwazin dîroka derbasbûyî û siberojê tune bikin. Ev peyama neqebûlkirina civakan û gelê kurd e.”