Avahiya NÇM’ê wê ji şaredariya AKP’î re bê terxankirin 2020-08-13 14:11:54 STENBOL – Xebatkarê NÇM’ê Ferît Elalmış, bertek nîşanî derxistina NÇM’ê ya ji avahiya wê ya 18 salan da û diyar kir ku îhaleya qezenc kirine hatiye betalkirin û mijarê birine darazê. Elalmiş, xwest herkes piştgirî bide wan.       Avahiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê ku 18 sal in lê xizmet dide, tê valakirin. Miduriyeta Weqfan, di sala 2019’an de li gel ku peywana wê hebû jî bêyî ku NÇM’ê agahdar bike, 3 caran derxistibû îhaleyê. NÇM piştî ku bi rêyên cuda ji îhaleyê agahdar dibe, her sê caran jî dikeve îhaleyê û 2 caran jî îhaleyê qezenc dike, lê îhale ji aliyê miduriyetê ve tê betalkirin.    ‘AGAHDARNAME BI KESEKÎ KU RAYEYA WÎ TUNEYE DANE ÎMZEKIRIN’   Xebatkarê navendê Ferît Elalmiş, diyar kir ku îhaleya dawîn winda kirine û wiha got: “Miduriyeta Weqfan, beriya 4 mehan agahdarnameya valakirinê ji me re şand lê bi muzîsyenekî ku rayeya wî tuneye da îmzekirin. Mê îttîraza vê rewşê kir lê îro miduriyet dibêjê heke hûn avahiyê vala nekin dê zor bi kar bînin. Me gelek hevdîtin midur kir lê nêzî lihevkirinê nebû. Midur got ku avahiyê Şaredariya Beyoglûyê dixwaze û dane Qaymeqamiya Beyoglûyê. Ji ber vê Qaymeqamî dixwaze demildest bê valakirin. Wê ji Şaredariya Beyoglû re bê terxankirin.”   NÇM AMEDEKARIYA VEKIRIN DOZÊ DIKE   Elalmiş, destnîşan kir ku li avahiyê xebatên hunerî meşandine, li her quncikekî avahiyê keda wan heye û wê destûr nedin ku keda wan hêsan ji holê bê rakirin û ev agahî dan: “Beriya niha ji bo 49 salan kiribû lê miduriyetê ev betal kir û her sal bi rêya îhaleyê xwest avahiyê ji destê me derxe. Dema ku me îhaleyan qezenc kir vê carê jî îhaleyên me betal kirin. Niha jî dixwazin bi rêya qaymeqamiyê avahiya me radestî şaredariya AKP’î bikin. Em ê niha arşîv û amûrên xwe yên pêwîst bigirin lê mijarên bibin darazê û doz vekin.”   BANGA XWEDÎDERKETINÊ   Elalmiş, bi van gotinan banga hestiyariyê li raya giştî kir: “ Bi salan e em ne tenê çanda kurdî çanda dinyayê nîşan didin. Em li vê saziya xwe ya xwediyê vê peywirê derkevin û li bendê ne ku herkes bê ber avahiya NÇM’ê.”   Qursiyerên NÇM’ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl dest bi hatine ber NÇM’ê kirin.