Platforma Jinan a Îskenderûnê: Em ê li dijî tundiyê bêdeng nemînin 2020-08-13 14:04:24   HATAY - Platforma Jinan a Îskenderûnê, derbarê zilamê bi qanûna înfazê hat beredan û zaroka xwe qetil kir de daxuyanî da û got: “Di mijarên wiha de, careke din girîngiya Peymana Stenbolê datîne holê.”   Berdevka Demî ya Platforma Jinan a Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, derbarê nîqaşên Peymana Stenbolê û zilamê bi qanûna înfazê hat berdan û zaroka xwe qetil kir de, daxuyaniyek nivîskî weşand.    Sert, di daxuyaniya da de wiha got: “Ligel hemû guhertin û sererastkirinên qanûnan jî, tundiya li dijî jinê her roja diçe zêdetir dibe. Sedama zêdebûna tundiyê, ne guhertina civakê û ne pêşxistina çareseriyê ye. Dewlet, polîtîkayên guhertin û veguhertina hişmendiyê pêş naxe. Berevajî mafê jinan bin pê dike. Dîsa êrîşên li dijî destkeftiyên jinan, bê navber dewam dikin.”   'TUNDIYA LI DIJÎ JINAN ZÊDE DIBE’   Sert, bal kişand ser zilamê keça xwe kuşt jî û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Zilamê bin avê Cengîz Karataş berî demekê bi Qanûna Înfazê ji girtîgehê hat berdan. Piştî ku Karataş hat berdan keça xwe kuşt û dûre întîhar kir. Vê bûyerê, careke din girîngiya Peymana Stenbolê datîne holê. Ji ber ku Peymana Stenbolê di serî de li dijî cînayet û tundiyên li ser jinane. Li Tirkiyeyê bê navber tundiya li dijî jinan dewam dike. Em jin baş dizanîn ku ew hêza me heye ku em cîhanek bê tundî ava bikin û divê em li hemberî tundiyê bêdeng nemînin. Ji bo vê jî emê li her qadê têkoşîna xwe bi rêve bibin.”