Ji bo şermezarkirinê eywanên dawetan 3 rojan digirin 2020-08-13 13:31:14 AMED - Xwediyên eywanên dawetan ên Amedê ji bo girtina cihên korsan ên dawetan hestiyarî pêş bike, 3 rojan deriyên eywanên xwe digirin.   Xwediyên eywanên dawetan ên Amedê derbarê cihên ku bê ruhsat di qadên vekirî de bi awayekî korsan dawetan li dar dixin de li Eywana Dawetê ya Şato Park a li navçeya Rezana Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Xwediyê eywanên dawetan beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ji mesafeya civakî, maske û paqijiyê re erê, ji dawetên korsan re na” bi deriyê eywanê ve hat daliqandin. Li ser navê xwediyê eywanên dawetan Murat Kaçar axivî.   ‘JI ALIYÊ ABORIYÊ VE ME PIRSGIRÊK JIYAN’   Kaçar, bibîrxist ku 4 mehan eywanên dawetan girtî man û wiha got: “Ji aliyê aboriyê ve me gelek pirsgirêk jiyan. Tedbîrên ji bo tenduristiyê hatin girtin me jî pêk anîn û piştevanî kir. Lê piştî ku eywanên dawetan hatin girtin li malan bi dayîna mewlûdê dawet hatin lidarxistin. Ev jî bû sedem ku nexweşiya vîrûsa koronayê belav bibe. Derbarê vê de me çend caran daxuyanî da çapemeniyê ku tedbîr werin girtin.”   ‘DIVÊ SAZIYÊN FERMÎ YÊN DEWLETÊ TIŞTEKÊ BIKIN’   Kaçar, diyar kir ku 45 roj in eywanên dawetên wan hatin vekirin û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku cihên korsan werin girtin me daxwazên xwe anîn ziman û serî li saziyên fermî dan. Lê ji ber ku ev yek pêk nehat em weke Xwediyên Eywanên Dawetan ên Amedê ji bo ku di vê mijarê de hestiyarî pêş bikeve û nexweşiya koronayê zêdetir belav nebe, me biryar da ku em 3 rojan deriyên eywanên xwe bigirin û vê rewşê şermezar bikin. Divê saziyên fermî yên dewletê êdî tiştekê bikin. Divê sazî ji van cihên korsan re bêjin na û bidin sekinandin.”