‘16 milyon Stenbolî bê çare li heviya erdhejê ne' 2020-08-13 13:06:22 STENBOL - Serokê Şaxa ÎMO ya Stenbolê Nusret Sûna, anî ziman ku li Stenbolê bi sed hezaran welatî bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne û got: "16 milyon Stenbolê bê çare li heviya erdhejê ne."    Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Stenbolê ku girêdayî TMMOB'ê ye, têkildarî salvegera erdheja 17'ê tebaxa 1999'an a Golcik a Kocaeliyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Rêveberên ÎMO li şaxa Odeya Karakoyê civîn li dar xistin. Di civînê de endam û rêveberên ÎMO amade bûn. Serokê Şaxa ÎMO ya Stenbolê Nusret Suna, anî ziman ku Stenbol ji bo erdhejê ne amade ye û wiha got: "Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon avahî hene. Lê der barê van avahiyan de lêkolînek berfireh û hurgulî nehatiye kirin. Lê herî kêm nêviyê stoka avahiyan ne bi ewle ne. Gelek avahî bê rûhsat û kaçax in. Bêyî xizmeta endezyaran hatine avakirin. Bi sed hezaran mirovên Stenbolî ewlehiya canê wan tune ye. Ev ji bo Stenbolê rîskek gelek mezin e. Eger erdhejek pêkan li Stenbolê pêk bê, dê gelek kes bimirin û ev ji texmînan zêdetir e. Li Kolana Sema ya Kartalê avahiyek hilweşiya û di avahiyê de 21 welatî mirin. Ev rastî li pêş çavan e. Ev nîşan dide ku talûkeyek çawa li pêş me ye. Avahiyên ku 16 milyon Stenbolî lê dijîn bi qetera wan re hatin hiştin. Ev nişan dide ku 16 milyon Stenbolî bê çare li benda erdhejê ne.    'TIRKIYE WELATÊ ERDHEJÊ YE'   Nusret Sûna, anî ziman ku Tirkiye welatê erdhejê ye, û wiha axivî: "Ji sedî 66'ê axa Tirkiyeyê qadên asta 1'emîn û 2'emîn ên erdhejê ne. 11 bajarên ku ji sedî 70'ê Nifîsa Tirkiyeyê lê dijî li vir dijîn. Li welatê erdhejê Tirkiyeyê mixabin ewlehiya li dijî erdhejê tune ye. Binesaziya bajaran li gorî rastiya erdhejê nehatiye avakirin. Bajar teslîmî betonê kirine. Bajar li gorî rantê tên sazkirin. Prpojeyên veguhestina bajar li gorî rantê tên sererastkirin. Her tişt li dijî zanistiyê û li ser esasê rant û diziyê tê avakirin. Endezyarên înşatê aşkere kirine ku her dem û di her şertî de dikarin avahiyên bi ewle û tenduristî ava bikin. Eger li gorî pîvanan avahî bên avakirin dê avahî ji afetên erdhej û xwezayê zerar nebînin. Pirsgirêk ne erdhej e. Polîtîkayên li ser rantê pêş dikevin pirsgirêk in. Ger ku tercîh mirov û mirovahî be, tu pirsgirêkên neyên çareserkirin tune ye."