Dayikên Şemiyê: Dewlet yên gorên zarokên wan hene jî bê gor dihêl e 2018-01-04 09:11:58 STENBOL - Dayika Şemiyê Hanim Tosun, bertek nîşanî revandina 267 cenazeyên li goristana Xerzanê da û wiha got: "Em bi salan e ji bo gorek zarok û xizmên me hebin têdikoşin. Lê dewlet dayikan ku gorê zarokên wan hene jî bê gor dihêle.  Ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê girêdayî tetwana Bedlîsê 267 cenza hatibûn derxistin û ew şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Setnbolê. Heta nihe ne rayedarên Saziya Tiba Edlî û ne jî hikûmet der barê vê rewşê de daxuyanî nedane. Lê belê Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Komleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo di warê huqûqî de piştevaniya malbatan bikin tev digerin. Piştî hefteyekê Waliyê Bidlîsê jî daxuyani da û diyar kir ku tiştîn hatine kirin qanûnî ne.    Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tozûn a 22 sal berê hevserê xwe Fehmi Tosun di bin çavan de winda kir, bertek nîşanî daxuyaniya walîtiyê da. Tosun, diyar kir ku kurd jyanek mirovane dixwazin. Lê ji ber vê daxwazê rastî hemû zilm û neheqiyan tên.    'ÇIMA DEWLET JI CENAZEYAN DITIRSE'   Tosun, anî ziman ku wekî xizmek windayan hêj li dijî revandina 267 cenazeyên li Goristana Xerzanê di nava şoqê de ye û wiha got: "Ev pereyê şerê navxweşî ye. Çima ew qas ji cenazeyekî di gorê de razaye ditirsin? Ev bûyer mirovan pir diêşîne û dilê mirovan birîn dike. Cenazeyan ji gora wan derdiwin û dibin. Ev tê çi wateyê? Li şûna gul û çîçekan bibin ser wan goran, mirovan ji gorên wan derdixin. Çima vê êşê bi mirovan didin jiyandin. Li aliyekî em Dayikên Şemiyê her hefte ji bo em bigêjin hestiyên zarokên xwe û li ser gora wan dua bikin têdikoşin. Lê li aliyê din li şûna gorên me ronî bikin gorên heyî jî ji destê me direvînin. Hestiyên miriyên me ji me direvînin. Em ji bo gora me hebe tedikoşin. Dewlet gorên heyî ji me direvîne. Dewlet ji miriyên me çi dixwaze?"    ‘PÊL LI RÛMETA MIROVAN DIKIN   Tosun, anî ziman ku birina mirovan hêj ne kewiya ye niha jî cenazeyan ji gorên zarokên wan derdixin û êşa mirovan bêtir kûr dikin û wiha got: "Ez wekî xizmek windayan vê yekê şermezar dikim. Em dixwazin der barê cenazayan de malbatan agahdar bikin. Bi lezgîn lêborîna xwe ji malbatan bixwazin. Tu carî birînên me xizmên windayan nekeliya ye. Ji ber ku her dest birînên me didin bêtir birênên me xwîn dikin û êşa me mezin dikin. Êşa niha pir mezin e. Dijmin tê destê xwe davêje hestiyên miriyên me û wan dibin. Niha em nizanin li ku ne. Ev rûmeta mirovan perçe dike. Pêl li rûmeta mirovan dikin."   ‘KURT DI BINÊ AXÊ DE HILNAYÊN'   Tosun, destnîşan kir ku heta niha zilm û zordariya li gelê kurd hatiye kirin li tu deverên cîhanê nehatiye kirin û wiha bi dawî kir: "Ji ber ku mirov jiyanek mirovane û bi rûmet dixwazen her tiştê xerab tê serê wan. Rastî hemû êrîşan tên. Ji roja komar hatiye avakirin û heta niha her dem dewlet li ser cenazeyên kurdan polîtîkayê dimeşîne. Dewlet dixwaze kurdan winda bike. Dixwaze gorek wan a ziyaret bikin tune be. Dixwazin kokek wan tune be. Lê bila her kes baş zanibe kurd êdî di bin axê de hilnayên. Ev polîtîkayên dewletê dê têk biçin. Kurd dê tu çarî cenazeyên Dayika Taybet, Cemile, Mehmet Tunç û bi sedan cenazeyên din qet û qet ji bîr neke. Wekî Mehmet Tunç jî gotibû kurd dê tu carî bejna xwe netewînin. Êşa ku em niha dijîm em naxwazin kesên din bijîn. Min 5 zarokên êtîm mezin kirin. Bila ku kesên din ji niha û şûnde vê êşê nejî. Tirkiye li aliyekî Îsrail şermezar dike, lê li aliyê din li welatiyên xwe heman zilmê dike. Em bimirin jî neviyên me dê hesapê vê yekê bipirsin."