Li gundên qedexekirî gundî nikarin heywanên xwe bibin mêrgan 2020-08-13 12:25:24 BEDLÎS - Ji ber qedexeya derketina kolanan a li 36 gundên Bedlîsê hat îlankirin, gundî nikarin heywanên xwe bibin mêrgan û bidin çêrandin.     Gundê ji ber qedexeya derketina kolanan a li 36 gundên Bedlîsê roja Sêşemê hat îlankirin, nikarin heywanên xwe bibin mêrgan. Ji ber ku gundî nikarin heywanên xwe bibin çêrandin, neçar man ku gîha û kaya di destê xwe de bi kar bînin. Gundiyan, diyar kirin ku ger qedexeya derketina kolanan dewam bike, wê gihayê depokirine xelas bibe. Gundiyan, dan zanîn ku ger wisan dewam bike, ewê ji mecbûrî heywanên xwe bifiroşin.    Gundiyan, dan zanîn ku ji roja ku qedexe hatiye îlankirin ve gule li qadên bi daristan tên reşandin û dibe ku her kêlî li qadên daristan şewat rû bide. Gundiyan ragihandin ku balafir şer jî, bi awayekê ketober herêmê bombebaran dikin.    Navê gundên ku qedexeya derketina kolanan lê hat îlankirin wiha ne: “Yukaribalcilar, Aşagibalcilar, Uçevler, Başmakli, Ilicak, Ogulcak, Çeltikli, Kalupat, Karakuş, Aşagikoçak, Aşagıiyolak, Yukariyolak, Yanonu, Beşkaynak, Dursun, Dikme, Aşagidikme, Yukaridikme, Uçankuş, Bayirli, Kutlu, Akgun, Kinali, Çobansuyu, Aşagiçobansuyu, Aşagiolek, Yukariolek, Akçali, İçgeçit, Dogruyol, Dereagzi, Çadirli, Yolcular, Aşagiyuvacik, Yuvacik û Kavakdibi”