Şahid û mexdûr Kaya: Yên cilên yek tîp li xwe kirin bêtir îşkence dîtin 2018-01-04 09:11:14 ENQERE - Şahid û mexdûrê darbeya 12'ê Îlonê yê 28 salan girtî ma Ahmet Kaya, diyar kir ku yên cilên yek tîp li xwe kirin bêtir rastî îşkence û zextan hatin. Kaya, anî ziman ku ferzkirina cilên yek tîp bi berxwedanê hat şikandin.  Hikûmetê bi KHK'yên dawî cilên yek tîp kirin biryar û li ser girtiyan ferz dike. Li dijî vê yekê hem li girtîgehan û hem jî li derve bertet û nerazîbûn pir zêde dibin. Têkildarî polîtîka û encama cilên yek tîp mexdûr û şahidên wê demê Ahmet Kaya yê 28 salan girtî ma, serpêhatî û çavdêriyên xwe bi Ajansa me Mezopotamya re parve kir. Kaya,  ku di salek dawî de dîsa hat binçavkirin, girtin û dîsa hat berdan bertek nîşanî polîtîkaya 12'ê Îlonê ya cilên yek tîp da û wiha got: "Dema cilên yek tîp li ser me ferz kirin ez li Girtîgeha Leşkerî ya Rêveberiya Awarte ya 9’emîn Baskê Artêşê ya Erziromê girtî bûm.    Kaya, wiha got: “Di serdema hovîtiya 12'ê Îlonêde dema cilên yek tîp jî xistin meriyetê me dizanîbû ku dê çi bê kirin. Me biryar da ku em dê cilên yek tîp li xwe nekin. Li girtîgehan komek mezin a girtî hebûn. Beşa hucreyê hebû. Em bi komên 6 û 8 kesan birin hucreyên tîpên îsraîlê. Li wir li me ferz kirin ku em cilên yek tîp li xwe bikin. Bi zorê cilên ser me çirandin û xwestin wan cilan li me bikin. Dema em dihatin kawîşê me diçirandin û davêtin.    ME BI BERXWEDANÊ AVÊT   Kaya, anî ziman ku ji ber cilên yek tîp li xwe nekirin îşkenceya li ser wan zêde bû û wiha got: "Dema em diçûn dadgehê em tenê bi atlet û kîlot derdiketin pêşberî dadger. Wê demê lêpirsîna dîsîpline li me vedikirin. Li dijî van zextan tenê rêya berxwedanê greva birçîbûnê bû. Piştî greva birçîbûnê dest pê kir, girtî ji hev qut kirin û şandin girtîgehên cuda. Di roja 20’an de hin girtiyên Dev Yol'ê cilên yek tîp qebûl kirin. Wisa difikirîn ku wan cilan li xwe bikin dê her tişt asayî bibe. Lê dîtin ku zext zêde dibin. Zext, îşkence û tundî zêdetir bû. Piştî zext û zorarî zêde bûn ketin nava berxwedanê û ev ferzkirina zorê bi berxwedanê hat şikandin. Di sala 1985'an de cil li ser girtiyan ferz kirin. Heta ku girtiyên li Girtîgeha Erziromê belav kirin, bi zorê li girtiyan kirin. Di sala 86'an de li dijî van cilan berxwedan û îsyanê dest pê kir. Piştî berxwedan zêde bû rêveberên girtîgehan bi nûnerên kawîşan re ketin nava diyalogê. Her ku zext zêde bûn berxwedan jî zêde bûn û hemû zext bi berxwedanê hatin şikandin.    DIXWAZIN RÛMETA MIROVAN BIŞKÎNIN   Kaya, destnîşan kir ku dixwazin bi vê yekê rûmeta mirovan bişkînin û wiha got: ‘Dibêjin gerek hûn ne hûn bin. Dibêjin 'em we çawa bi teşe bikin pêwiste hûn wisa bin' Hişmendiya cilên yek tîp wisa ye. Bi cilên yek tîp rûmetea mirovan dikevin bin pîyan.    Kaya, bahsa bîranînek xwe kir û wiha got: "Rojekê dema em dibirin dadgehê midûrê girtîgehê digot 'Em dê wisa îşkenceyê li we bikin heta salekê dê hemû navdilê we têk biçin' Dema em birin dadgehê bi torbeyên xîzê îşkence li me kirin. Dema bi torbeyên xîzê li me dan ez ji ser hişê xwe çûbûm. Dema ez hatim ser hişê xwe li şûna ez bêjim hestiyê parsuyên min şikestine min got mîna min şikestiye. Hemû tiştên xwestin li ser girtiyan ferz bikin bi berxwedanê hatin şikandin.      ALIYÊ CILÊN YEK TÎP ÊN BÊN PARASTIN TUNE YE   Serokê Şaxa Ozgur Der'ê ya Amedê Suyelman Nazlican ê li dijî pêkanînên Guantanamo çalakî pêk anîn jî bertek nîşan dan. Nazlican anî ziman ku tu aliyê vê perala 'Cilên yek tîp ên bên parastin tune ye û wiha got: "Mirovên tên darizandin dê sibê bên berdan. Lê dixwazin mohra sûcê terorê li van mirovan bidin. Ev yek li tu deverê cîhanê nayê qebûlkirin.      Nazlican, anî zimanku micara sergirtinê mafek bû û astengkirina vî mafî ne rast bû û wiha dirêj kir: "Di pêvajoya 28'ê Sibatê de em li dijî zordarî û ferzkirina cilên yek tîp û qedexekirina mafan bûn. Îro ji ber ku yek dixwaze em ne mecbûrin heman tiştî bixwazin. Tiştekî wisa li welatê hiqûqê tune ye. Tu aliyê vê yekê yê bê parastin tune ye.    Nazilcan, anî ziman ku 28'ê Sibatê jî û 12'ê Îlonê jî tê bîra wan û wiha  bi dawî kir: "Girtîgeha Guantanamo mînak û referans nîşan didin. Ev pir şaş e. Dema me li Guantanamo ew wêne didîtin dilê me diêşiya. Mirovanên misliman rastî tecrîdê hatin. Rastî îşkenceya giran hatin. Ger ku em behsa heq û hiqûqê bikin divê em Guantanamo mînak nedin. Ji ber ku ew şerma mirovahiyê ye. Divê bi tu awayî we weki referans û rewa nedê dîtin."    MA / Kenan Kirkaya