Ji ber parvekirinên medya civakî hat binçavkirin 2020-08-13 11:04:10   AMED – Li Amedê, ji ber parvekirinên wî yên li ser medya civakî polisan bi ser mala Seyfettîn Kardaş de girt û ew binçav kirin.    Li navçeya Rezan a Amedê, îro serê sibehê ji ber parvekirinên wî yên li ser medya civakî polisan bi ser mala Seyfettîn Kardaş de girt. Piştî lêgerîna ku li malê pêk anîn polisan Kardaş binçav kirin û bi xwe re birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polisan a Amedê.    Li aliyê din hat hînbûn ku polisan li bajar bi ser hin malên din de jî girtiye û hin kes binçav kirine. Lê hê jî agahiyên derbarê van kesan de nehatine bidestxistin.