'Tekane berpirsiyarê krîzê AKP ye' 2020-08-13 10:27:41 WAN - Waniyan destnîşan kir ku îqtidara AKP'ê tenê ji bo dewlemendan dixebte û gotin, tekane sedema krîza aborî û aloziyê îqtidara AKP'ê ye.    Her roja diçe krîza aborî kûr dibe, şert û mercên debarê yên welatiyan girantir dibe. Dikandarên Wanî yên ku li ser bazirganiya rojane ya deriyê sînor û hatina turîstan a ji Îranê hewl didin debara xwe bikin, ji ber girtina deriyê sînor ji kûr de krîza aborî hîs dikin û her ku diçe rewşa wan xirab dibe. Welatiyên herêmê derbarê mijarê de diyar dikin ku divê bi krîza aborî re, bêhiqûqiya heyî jî bê çareserkirin.     7 MEH IN SERFETIH TUNEYE    Veysî Kûrt ku li dawetan distrê anî ziman ku 7 meh in serfetih jî nekirine û got, niha di bêrîka wî de pere tuneye. Kûrt, bal kişand ser deriyê sînor ên li Iraqê û got, gava derî vekirîbûn mirov kêfxweş bûn, lê belê piştî derî hatin girtin mirov êdî nikarin debara xwe bikin. Kûrt got: "Ji ber pandemiyê mirov 3 mehan de di malên xwe de man. Perê li ber destê mirovan hema bibêje qediya. Di vê pêvajoyê d egelek kes ji kar hatin derxistin. Esnafan dikanên xwe girtin an jî dan bi kirê. Otêl ji turîstên ji Iraq û Îranê dihatin xalî nedibûn, lê niha li otelan deh heb mişterî jî tunene."    DEWLET SOZA XWE BI CIH NEANΠ   Hayrettîn Yeşîlpinar ku di erdheja 23'yê Sibata 2020'an de li gundê Elbêsê xaniyê wî texrîb bûye anî ziman ku hîn jî axur û xaniyên wan ên texrîb bûne nehatine çêkirin. Yeşîlpinar diyar kir ku ji wan re hatiye gotin ku dê di nav 3 mehan de avahiyên xesardîtî bên çêkirin, lê belê heya niah tiştek nehatiye kirin. Yeşîlpinar got: "Piştî erdhejê zirareke mezin çêbû. Lê kesî alîkariya me nekir. Ji ber krîza aborî fiyetê mazotê pir biha bûye. Ji ber vê em nikarin çandiniyê û sewalvaniyê bikin."    CIHÊKARΠ   Vahît Kaya jî destnîşan kir ku ên xizan gel e û got: "Hikûmet krîzê manîpule dike. Li Wanê milyonk kes dijî. Lê cihek tune ku ev mirov karekî bikin. Êdî mirov ji birçîna întihar dikin. Berpirsiyarê vê krîzê û aloziyê hikûmet e. Ev hikûmet cihêkariyê dike."    'ÎQTIDARA DEWLEMENDAN'    Mehmet Demîr ê teqawidbûyî jî diyar kir ku ji ber krîzê rewşa wan a aborî nebaş bûye û got: "Li Tirkiyeyê ne karke ne jî aşek heye. Ên dibin ne wiha ye, derewan dikin. Ne kesên teqawidbûyî, ne karker ne jî esnaf tu kes ji vê hikûmetê ne razî ye. Ez kesekî teqawidbûyî me, lê meaşê min têra min nake. Li vî welatî îqtidar tenê ya zengîna ye."