Polisan Acûn Karadağ binçav kirin 2020-08-13 10:14:21   ENQERE – Polisan bi ser mala ji çalakgerên Kolana Yukselê Acûn Karadag de girt û ew binçav kirin.   Îro serê sibehê, polisan bi ser mala ji çalakgerên çalakiya “Em karê xwe dixwazin” Kolana Yukselê Acûn Karadag de girt û ew binçav kirin. Keça Karadag, li ser hesabê bavê xwe yê twîtterê agahî binçavkirina bavê xwe parve kir. Keça Karadag, got ku polisan bi binçavkirina bavê wê re 3 pirtûkan jî desteser kirine û wêneyên pirtûkên desteserî parve kir.    Pirtûkên ku hatine desteserkirin wiha ne: Huseyîn Aykol “Li Tirkiyeyê Rêxistinên Çepgir (Türkiye’de Sol Örgütler)” , Fatîh Yaşli “Kîna Me Ola Me Ye Lêkolîneke Li Ser faşîzma Tirperest (Kinimiz Dinimizdir Türkçü Faşizm Üzerine Bir İnceleme)” û Nicos Poulantzas’ın “Faşîzm û Dîktatorî (Faşizm ve Diktatörlük)”.