Li derhênerê belgefîlma Nûjîn doz vekirin 2018-01-04 09:09:34 ÊLIH - Dozger li Derhênerê belgefîlma Nûjîn Veysi Altay û Midûrê Senemaya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê Dicle Anter bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" doz vekir.   Serdozgeriya Komarê ya Êlihê li derhênerê belgefîlma Nûjîn Veysî Altay û Midûrê Sînemaya Yilmaz Guney Dîcle Anter ê bi KHK'ê hat îxrackirin doz vekir. Dozger bi îdîaya di fîlmê Nûjîn ê ji dîmenê şerê Kobanê hatiye berhefkirin "propaganda rêxistinê dike" doz vekir. Dozger îdîaname amade kir û ji ber di pêşandana fîlm a di 14'ê Cotmeha 2015'an de li Salona Sînemaya Yilmaz Guney hatiye pêşandan de afîşên de wêne şervanan û alên YPJ û YPG'ê vekiriye doz vekir. 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê îdîaname qebûl kir.  Dozger parast ku şikdaran afîşên ku îşaretên rêxistina çekdarî sembol dike daliqandine û rê li pêş fikra baş a der barê endamên YPG'e de pêş xistiye û ceza ji Altay û Anter re xwest.    Têkildarî dozê Derhêner Veysi Altay, anî ziman ku ew di nava pergala ku dîroka wê bi qedexe û sanduran de dijîn û wiha got: "Dewlet karê xwe dike. Em jî dê karê xwe bikin. Hemû cîhan li ser vê mijarê dixave. Hemû rojname û tv yan ev mijar dît û derxist pêş. Çapemenia Tirkiye jî ev mijar derxist pêş. Ji ber vê yekê çêkirina belgesela vê berxwedanê ne sûc e. Altay, Ev ne fîlmekî ku propaganda rêxistinekê bê kirin e. Ev rastiyek e. 7/24 rojan di rojevê de ye. Belgefîlma Nûjîn  dijberî her tiştî dê bêtir rê li pêş demokratîkbûna Tirkiye veke.