Xanî şewitî: 4 jê zarok 5 kes bi şewatê mirin 2020-08-12 08:03:02   ÇORUM - Li Navçeya Bayatê ya  Çorumê xaniyek şewitî. Di şewata xanî de 4 jê zarok 5 kes bi şewatê mirin   Li Navçeya Bayatê ya Çorumê agir bi xaniyê mala Omer Çetin ket. Di şewata xanî de Omer Çetin, Yusuf Îçuz û Elif Naz Çetin ji xanî derxistin û rakirin Nexweşxaneya Bayatê. Li gel hemû mudaxaleyan 3 kesan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Piştî lêgerîna hundirê malê cenazeyê Ela Çetin û Elif Îçuz ên zarok ji malê hatin derxistin.