HDP’ê ji meclîsê xwest têkildarî rapora CPT'ê lêkolîn bikin 2020-08-11 15:48:42 ENQERE - Wekîlên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç, ji meclîsê xwestin têkidarî rapor û tespîtên CPT'ê yên der barê Îmraliyê de lêkolîn bikin.    Wekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç, têkildarî rapora CPT pêşniyarnameya lêkolînê dan meclîsê û xwestin ji bo tespîtên CPT'ê meclîs lêkolînê bike. Wekîlên Koma HDP'ê dîsa ji meclîsê xwestin li dijî binpêkirina mafan ên Îmraliyê tedbîr bên girtin. CPT herî zêde ziyaretên xwezayî li Tirkiyeyê dike. Heta niha 22 ziyaretên xwezayî, 7 ziyaretên rûtîn, zêdeyî 30 ziyaret kirine. Ev ziyaretên hatine kirin nîşan dide ku rewşa girtîgehên Tirkiyeyê di çi halî de ne. Li aliyê din li gel hemû hişyariyên raporan tedbîr nehatine girtin.    ÎFADEYA TECRÎDÊ RASTIYÊ NÎŞAN DIDE   Wekîlên Koma HDP'ê bal kişandin ser tespîta rapora CPT ya tecrîdê û wiha lê zêde kir: "Di rapora dawî de tespîtek muhîm rewşa Girtîgeha Îmraliyê bû. Diyar dike ku ji Nisana  2016'an heta niha tu pêşketin û başbûn nebûye. Di raporê de diyar dike ku hefteyê 3 saetan mafê 'axaftinê' 1 saetê mafê voleybol, saetê mafê basketbolê û 1 saetê badminton bi giştî hefteyê 6 saetan girtî dikarin hev bibînin. CPT di raporê de diyar kir ku ev rewş tecrîd e. Pênaseya tecrîdê rastiya girtîgehê îfade dike. Li şûna tecrîda bi salan li ser Abdullah Ocalan heye bi dawî bibe, bêtir tecrîdê giran dikin. Tecrîda di meriyetê de bi hincetên ‘fikara ewlehiyê' nayê vegotin. Hepsa hucreyê ya li Rejîma Îmraliyê li ser girtiyan tê meşandin, li gel OHAL bi dawî bû jî hêj didome.      Wekîlan bal kişand ser tespîta CPT'ê yên li Girtîgehên Amed, Riha, Silivri, Bakirkoy, Metris û Maltepeyê û xwest êdî hêjmarê kêm bikin û li dijî şewbê tedbîr bên girtin. Wekîlan xwest têkildarî tesbîtên raporê tedbîr bên girtin û lêkolîn bê kirin.